Her darek dibe sîwana çalakgerekê/î

ÎZMÎR – Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Qada Gundogdu daye destpêkirin di roja 4'an de didome. Darên li qadê yên di nava barîkat û pişt barîkatan dimînin ji çalkageran re dibin sîwan. Di bin her darekê de çalakgerek nobeta wîcdan û edaletê digire.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li qada Gundogdu di roja 4'an de berdewam dike. Parlamenterên li qadê nobetê digirin dora wan bi barîkat û bariyerên polîsan hatiye pêçan. Kesên dixwazin piştgiriyê bidin wekîlan û nikarin biçin qadê jî li pişt bariyeran çalakiyê didomînin. Wekîl di nava beriyeran de di bin siya daran de nobetê digirin, ziyaretvanên piştgiriyê didin nobete jî li pişt bariyeran di bin siya daran de nobetê digirin. Hem li qadê û hem jî li dervê qada çalakiyê her darek ji bo çalakgerekî bûye sîwan. Di qada 80 metrekare de 6 darên di nava beriyeran de mane ji bo wekîlên di nobetê de bûye sîwan. Darên li dervê bariyeran mane jî ji bo kesên tên ziyareretê û piştgiriyê dirin çalakiyê bûne sîwan.

Ji kesên ku ji bo piştgiriyê hatine bin siya daran rûniştine Îrfan Guleser, anî ziman ku di bin vê tavê de îşkence bi mirovan dikin û destûr nadin têkevin qadê û wiha got: "Lê çi dibe bila bibe em dê li her derê nobeta xwe berdewam bikin."

Guleser, anî ziman ku polîs bi gef û zextan dixwaze mirovan ji nobetê dûr bixe û piştgiriya nobetê bişkîne û wiha berdewam kir: "Li dervê bariyeran jî nasnameyan kontrol dikin û li GBT dinerin. Bariyerên hatine danîn dibişe girtîgeha servekirî. Tişta ku Îsraîl li Fîlîstîyan dike hikûmet li me dike. Em li bin siya daran bin jî wekîlên xwe bi tenê nahêlin. Ger ku dewlet destûr nede em têkevin qadê em dê li vir nobetê bigirin"

LI GUNDOGDU KERBELAYÊ DIDIN JIYANDIN

Ziyaretvanê çalakiya nobetê Şerafettin Îzcî jî anî ziman ku hişmendiya AKP'ê qada Gundogdu kiriye Kerbela û wiha got: "AKP ji tirsa xwe îro vî tiştî tîne serê wekîlê me. Lê me jî hem li derve û hem li hundir her der kir qada berxwedanê. Pêkanînên AKP'ê pêkanînên Hîtler derbas kir.

Çalakeren hatin nobetê ziyaret bikin jî Husamettin Çabbar, Husnü Kaya jî anî ziman ku di bin siya daran de bin jî dê piştevaniya xwe bikin û li her derê di ber xwe bidin."