Parlamenter Aslan: Mogollan jî vê yekê nekir

ÊLIH – Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan bibîr xist ku dînamîtkirina Heskîfê dişibe êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Palmîrayê û got: “Mogollan jî vê yekê nekir.” Aslan li dijî hilweşandina Heskîfê banga têkoşîna hevpar kir.

Dîroka 12 hezar sal a Heskîfê ji destpêka înşata Bendava Ilisû ya di 2006’an de hat destpêkirin û heta îro di bin talûkeya dê di bin avê de bimîne ye. Heskîf a ku ji 2006’an ve heta niha bi bendavê gef lê tê xwarin niha jî bi dînamîtan tên wêrankirin. Heskîf piştî dînamîtkirinê ket rojeva gel. Li gel nerazîbûna civakê jî lê hilweşandina bi dînamîtan a Heskîfê didome. Parlmenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan ji bo li dijî dînamîtkirina Heskîfê derbikeve û hilweşandinê bide rawestandin biryara tekakesî girt û bi xwe zincîrkirinê dest bi çalakiyê kir.

‘YA MIN LI VIR ZINCÎR KIR WÎJDANÊ MIN E’

Aslan têkildarî çalakiya xwe ji dîhaberê re axivî. Aslan ê li Kasr-i Rabîa dest bi çalakiyê kir wiha şîrove kir: “Ya min liv ir zincîr kir wîjdanê min bû. Bi destpêka çalakiyê re polîsan derdora min girt. Lê ez ê vê çalakiyê bênavber bidomînim. Rojnamger û welatiyên xwestin bên min ziyaret bikin hatin astengkirin. Li dijî çalakiya yek kesî di demek kin de bi dehan hêzên çevîk sewq kirin. Ev jî her tiştî dide nîşandan.”

‘DÎNAMÎT DI DILÊ MIN DE TEQIYAN’

Aslan destnîşan kir ku piştî dîmenên Keleha Darphaneyê dîtiye demildest ketiye nav liv û tevgerê û got “Dema min dîmen dîtin bawer nekir ku ev dever Heskîfe. Dînamît di dilê min de teqiyan. Wijdan û hestên min anî vir. Min wek kesek, wekîlek û mirovekî ji vê rewşê şerm kir. Ez fikirîm ku tiştek bikim û pişt re min dest bi vê çalakiyê kir.”

'EV BI TU WÎJDANÎ NAYÊ AŞKEREKIRIN’

Aslan da zanîn ku heta dînamtîkirina Heskîfê neyê rawestandin dê bi biryar çalakiya xwe bidomîne û wiha pê de çû: “Ne kesek, kesayetek, civak û gel vê pêkanînê qebûl nake. Li şûnwarek dîrokî ku wêne kişandin qedexeye lê li Heskîfê dînamît tên teqandin. Ev bi tu aqil, wijdan, hiqûq û mantiqî nayê aşkere kirin.”

‘MOGOLLAN JÎ VÊ YEKÊ NEKIRIN’

Aslan bibîr xist ku ev cihên tên dînamîtkirin xwedî mîrasên bi hezar salanin û wiha domand: “Asûriyan, bîzansan, sasaniyan, romayiyan, dewletê îslamê û osmaniyan li vir serweriyê kirine. Mogollan jî vê yekê nekir. Mogollan desteser kir lê neşewitnd û hilneweşandin. Tişta Mogollan nekiriye em ê destûrê nedin hinekê din bikin. Em mukelefê dîroka 12 hezar salan bigîhînin pêşerojê ne. Hinek dixwazin girêdana îro û dîrokê ji hev qût bikin.”

‘DIVÊ DEMILDEST DEV JI ŞAŞÎTIYÊ BERDIN’

Aslan bibîr xist ku dînamîtkirina Heskîfê dişibe êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Palmîrayê û wiha axivî: “Divê demildest dev ji şaşitiyê berdin. Pêwîste lêborînê ji Heskîfa 80 milyonan bixwazin. Em meseleyek bi ser partiyan re ye. Heskîf ferqê naxe navbera malovaniya mêvanan. Çanda me ya hevpar e.”

‘HESKÎF MÎRATEYA HERKESÎ YE’

Aslan got ku çalakiya wî biryarek tekakesî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Partiya me jî destek dide çalakiya min. Heskîf mîrateya hemû kesî ye. Min li ser înîsiyatîfa xwe vê çalakiyê kir. Ev nasname bi ser hemû nasnameyê re ye. Heke ku ev erdnîgarî ji holê rabe tu wateya partiyan jî namîne. Bi vê kelepçekirinê min xwest hinek bal bikişînim ser îxrackirin û girtina siyasetmedaran. Qeydan li zimanê me bixin jî em ê bi çav û guhê xwe têkoşînê bikin. Heta DNA me ya dawî jî heps bikin, em ê ji bo aştî, biratî û nirxên xwe yên ekolojîk li berxwe bidin.”

Ozgur Paksoy/Devran Toptaş - dîhaber