Gundên Şemzînanê hatin ‘qedexe’ kirin

COLEMÊRG – Li 2 gund û mezrayeke Şemzînanê “qedexeya derketina derve” hat îlankirin.

Li gundê Bêmbo, Surunis û Dêbani yên bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê ve bi hinceta operasyonên leşkerî 3 roj “qedexeya derketina kolanan” hat îlankirin. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê 3 roj di navbera saet 19.45 û 05.16’an de dê “qedexe” bê îlankirin.