AMED – Hevseroka Giştiya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji girtigehê têkildarî wêrankirina Sûrê nameyek nivîsand û peyama “Em girtiyên siyasî bi dil û can li pişt gelê Sûrê ne. Li dijî xerakirinê dîrok parastin erka me hemûyane” da.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Hêjmar 1 a Tîpa F a Kandirayê nameyek ji kampanyaya ‘Em wêrankirina Sûrê rawestînin’ re şand û piştgirî da kampanyayê. Yuksekdag hemû gelên Sûrê, dîrokên welat, qadên jiyan û çandê, diparêzin silav kir.
Peyama Yuksekdag wiha: “Sûr a ku bi hezaran sale tê talankirin û wêrankirin, îro bi talûkeya tunekirinê re rû bi rû ye. Hîna jî encamên mirin, dorpêçkirin û wêrankirinê li holê ye. Siyaseta zilm û diziyê li pey planên tundî û tunekirinê ye. Armaca vê planê diyare. Dixwazin gelê Sûrê ku bi dîrok, civak û çanda xwe serî netewand, bi darê zorê ji warê wê bikin, li ser axa xwe penaber bikin û hebûna dîroka li Sûrê behn dide, bênefes bihêlin. Lê nirxeke mirovahiyê yê bi pereyan nayê kirin, teslîmê dizî û xesp’ê nabe,
NIRXEK DÎROKIYE
Sûr di serî de ji bo gelê kurd ê Mezopotamya û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn, nirxek dîrokiye. Sûra ku bi şer nekarîn wêran bikin, bila kesên dixwazin bi makîneyên xirapkirin û aboriyê xirab bikin baş zanibin, ger jiyana dîrokî ya Sûrê wêran bibe dê ew jî wêran bibin. Sûra ku xwedî mîrasek mezin a çandiye, rastiya gelê berxwedêr û hafizeya civaka li ber xwe didê ye. Kesên ku rêzê nadin vê rastiyê, dê bibin mehkumê siya zilaman.
BI DIL Û CAN BI SÛRÊ RE NE
Li dijî wêrankirina Sûrê derketin erka me hemûyan e. Hemû bertekên li dijî wêrankirina qadên jiyanê, çand û dîrokê yên li Tirkiyê girîng û binirxin. Ji ber vê ez bang li hemû gelên Tirkiyeyê dijin dikim ku beşdarî Platforma ji Wêrankiran Sûrê na, bibin. Em girtiyên siyasî bi dil û can li gel gelê Sûrê ne. Em destûr nedin wêrankirinê. Divê gelê me ji nû de vîna avaker û piştevaniya xwe mezin bike.”