Koma nijadperest êrîşî karkerên kurd kirin

KUTAHYA – Li navçeya Altintaş a Kutahya karkerên kurd ên ku di înşata bendavekê de dixebitin rastî êrîşa komek nijadperest hatin.

Li navçeya Altintaş a Kutahya karkerên kurd ên ku di înşata bendavekê de dixebitin, ji van karkeran ê ku bi wesayîta xwe li navenda bajêr digeriya rastî êrîşa komek nijadperest hat. Koma nijadperest bi îdiaya ku karker “Propagandaya PKK’ê kiriye” hewldan ku êrîşî mala karker bikin.

Her ku çû li derdora malê koma nijadperest zêde bûn û leşker û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat zanîn ku koma nijadperest a li Qada Dortyolê kom bûn bi hewldanên qeymeqam belav bûne.