Damar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin

MÊRDÎN – Nûçegîhanê DÎHA yê berê Mehmet Siddik Damar, li ser banga dozgeriyê ji bo îfadeyê bide çû dozgeriya Qoserê. Damar, piştî li dozgeriyê îfade da, dozger bi daxwaza girtinê ew sewqî dagehê kir.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîclê (DÎHA) ya bi biryara KHK’ê hat girtin yê berê Mehmet Siddik Damar di çarçoveya lêpirsîna têkildarî wî hat vekirin de çû Edliya Qoserê û xwest îfade bide dozger. Piştî lêpirsînê, dozger bi hinceta parvekirinên medyaya civakî, bi îdîya “Propaganda Rêxistinê kiriye” bi daxawaza girtinê sewqî dadgehê kir.