STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên girtin, ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin, serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan.
Xwişk û birayên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan, bi rêya parêzeran serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan û xwestin roja Duşemê bi Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin.
Xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan.