STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, daxwazname ji Serokomar, Serokê Meclîsê, Wezareta Dadê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê û Midûrê Giştî yê Girtîgehê re şand û xwest hikûmed dest ji zordariya 'Cilên yek rengî" yên li ser girtiyan ferz dike berde.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, der barê "Cilên yek rengî" de li Qada Galatasarayê daxuyaniyê da û polîtîka hikûmetê şermezar kir. Komisyonê piştre li Postexaneya Galatasarayê ji Serokomar, Serokê Meclîsê, Wezareta Dadê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mrovan a Meclîsê û Midûrê Giştî yê Girtîgehan re faks şandin. Komisyonê di daxuyaniyê de pankarta "Ji spartina cilên yek rengî re na" vekir û dirûşmeyên "Cilên yek rengî îşkence ye","Ji cilên yek rengî re na" û "Mirov bi mafên xwe mirov e" berz kirin.
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku Serokomar Erdogan behsa girtîgeha Guantanamo kir û wiha got: "Daxwazên pêkanina cilên yek rengî, piştî daxuyaniya Erdogan ket meriyetê û bû mijara niqaşê. Piştî vê daxuyaniyê li hin girtîgehan cilê wan bi zorê ji wan dikin û cilên wan nadin wan. Mînaka herî dawî li Girtîgeha Hêjmar 2 a Sîlîvrî pêk hat. Spartina cilên yek rengî rêbaza îşkenceyê ye. Di girtigehên cîhanê de mînaka vê yekê tune ye. Bi pê pêkanînê cezayê di zagonan de nehatiye nivîsandin li girtiyan tê ferz kirin. "Li gorî xala 15'an qanûna bingehîn îhlal dibe. Heta ku cezayê kes neyê erêkirin ew kes ne sucdar e. Em bang li rayedaran dikin ku dest ji ve pêkanînê berdin. "
Endamên ÎHD'ê piştî daxuyaniyê li Postexaneya Galatarasarê faks ji Serokomar, Serokê Meclîsê, Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê, Wezareta Dadê û Midurê Giştî yê Girtîghean re faks şandin.