NAVENDA NÛÇEYAN: Derhênerê bi nav û deng Costa Gavras ji bo piştgiriya Akademîsyên Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ku ji bo vegerin karê xwe, 162 rojin di greva birçîbûnê de ne, peyamek weşand.
Derhênerê nav û deng Costa Gavras ji bo piştgiriyê bide Akademîsyên Nuriye Gulmen û mamosta Semîh Ozakça ku ji bo vegerin karê xwe 162 rojin di greva birçîbûnê dene, peyamek weşand. Gavras diyar kir ku ji bo vê berxwedana bi hêz ew jî heye, bi dost bimînin.
BERÊ JÎ PEYAMA PIŞGIRIYÊ DA BÛ
Piştî girtina Nuriye û Semîh heftiyekê şûn de Gavras di peyama ku ji hevjîna Yilmaz Guney Fatoş Guney re şandibû wiha gotibû: “Birêz Fatoş, ez bi keyfxweşiyek mezin daxwaznameya akademîsyenên di greva birçîbûnê de, îmze dikim û piştgiriyê didim çalakiya kesên li gel wan têdikoşin. Birêz Fatoş, ez dilsozî û dostantiya xwe ya bi biranîna te û Yilmaz re tînim ziman.”