STENBOL - Li kuçeyan "bêmal"iyên tenê di demên sarbûna hewayê de tên bîra mirov, ji nehestyariya civakê ya li hemberî wan bi gilî û gazinc in. Ji bêmaliyên ku Şefkat-Der'ê dest dirêjî wan kir Mûstafa Koç got, hevalên min î herî baş pirtûk in, Halîm Ozer jî wiha gazin kirin:"Tu fêdeya çavê çepê li yê rastê tune ye."
Her yek ji wan her çiqas xwedî çîrokên cuda bin jî, ji ber sedemên di dirûvê hev de ji malên xwe veqetiya ne û ji ber ji neçarî li kuçeyan dijîn di çavên civakê de wek "bêmal" tên pênasekirin. Her çiqas li navendên bajarên herî modern, qelebalix bin jî, ev mirov nayên dîtin an jî naxwazin bên dîtin û bi piranî bi sermabûna hewayê, di rojên berfî yên zivistanê de li ber çavên rêveber û civakê dikevin. Ew jî bi piranî, ji ber cihên wan î mayînê tune ye ji aliyê şaredariyan ve ji kuçeyan tên wergirtin, li eywanên sporê tên bicihkirin. Ji bilî nûçeyên bi vî rengî behsa wan nayê kirin.
Ev mirovên hin ji wan li parkan, hin ji wan li keviyên rêyan, hin ji wan li ser kuçe û kolanan dijîn, vegotinên wan î têkildarî jiyana li kuçeyan xwedî bi tesîr in.
Hin ji van mirovên li kuçeyan dijîn, bi hewldanên xwe bi awayekî jiyana xwe îdame dikin û li gel vê hin komele jî hene ku alîkarî û piştevaniya wan dikin. Yek ji van komeleyan jî Şefkat-Der e. Şefkat-Der a li Cîhangîra Beyoglûyê ye, her şev şorbeyê li mirovên li kuçeyan belav dike û kêliyekê be jî ev hewldan wan bextewar dike. Me bi bêmaliyên li komeleyê dijîn re têkildarî jiyana wan axivî.
'MIN DIXWEST BIBIM FÎLOZOF'
Mûstafa Koç (32) ê li avahiya komeleyê li nav qutiyên erzaqan nivînên xwe raxistiye, li ber serê wî roman û pirtûkên teoriyên yên civaknasiyên bala me dikêşin. Dema em li cem rûniştin û me jê xwest çîroka xwe vebibêje, Koça wiha got:"Di 14 saliya xwe de ketim kuçeyan. Wê demê kuçe zaf xerab bûn. Li kuçeyan tiştên xerab hatin serê min, naxwazim vebibêjim. Ketim girtîgehê, bêxwedî mam. Dewlet li kuderê bû? Wê demê, hîn min şîr vedixwar dayika min wefat kir. Bavê min bi jineke din re zewicî. Bavê min li xerîbiyê xebitî û dêmariya min bi awayekî nebaş nêzî min dibû. Ji ber vê, ez ji malê reviyam. Bi qasî 4-5 salan li kuçeyan mam."
‘PIRTÛK HEVALÊN MIN Î HERÎ BAŞ IN'
Koç got, zivistanê mayîna li kuçeyan pir zehmet e, mirov ji bo germ bibin qolanya û alqolê vedixwin. Koç anî ziman ku, li kuçeyan peydakirina avê jî zehmet e, wan ji tuwaletên mizgeftê av dihanî, lê belê ji ber bi şev mizgeft dihatin girtin ew bê av diman û ji ber vê hin hevalên wan jiyana xwe ji dest dane.
Koç ji bo pirsa “Ji bo mirovên bêmal tu dixwazî xebatên çawa bên kirin?" got, ew ji dêvla eywanên sporê yên bijîşk, derûnas, civakns bi awayekî demborî lê dixebitin, kompleksên mayînde dixwaze. Dema me pirsa pirtûkên li ber serê wî jê kir jî wiha got:"Dema em bi mirovan re diaxivin her tim heman tiştî dibêjin. Lê pirtûkxwendin ne wiha ye, pirtûk hevalekî bedew e. Pirtûk mirovan naêşîne, aciz nake. Min dixwest bi xwendina gelek pirtûkan, bibûma fîlozof."
Em Koç bi roman Anna Karenîna ya Tolstoy re dihêlin û ji cem radibin berê xwe didin Orhan Tayarê 48 salî.
'EV 5 MEH E LI KUÇEYAN DIMÎNIM'
Tayar wiha dest bi çîroka jiyîna xwe kir:"Ez 5 meh e li derve me. Mala min heye, lê min qebûl nakin. Hin pirsgirêk hene, naxwazim wan vebêjim. Zewicandî bûm, em ji hev veqetiyan. Kurekî min heye, 26 sal î. Min berê ajokarî dikir. Li hêwirgehan, li otelan, li parkan mam. Bi saya hevalekî xwe hatim Şefkat-Derê. Li vir baş an xerab, pêdiviyên me bi cih tînin, em dikarin serê xwe bişon, xwarina xwe bixwin."
Piştî Tayar, em bi xebatkarên komeleyê re daketin kuçeyan. Bêmalî ji bo şorbê wergirin, bi awayekî mûntazam dikevin rêzê.
'YA HERÎ ME DIÊŞÎNE NEHESTYARIYA MIROVA YE'
Dema em ber bi bêmaliyên li hewşa Mizgefta Fîrûzaga ya li Cîhangîrê kombûne nêz bûn, ji bêmaliyan yek jê dema kamera, wênekêş di dest me de dît wechê wî guherî û wiha pirsî:"Hûn nakişînin ne wisa?"
Hevalekî wî yê din jî ku nexwest navê xwe bibêje, lê belê got ew dixwaze hin tiştan bîne ziman. Anî ziman ku, ew li kuçeyan li ser keviran, li ser giyayan ji neçarî radizên, lê li gel vê jî hin mirov li şaredariyê giliyên wan dikin û ji ber vê nîvê şevê be jî ji cihê lê dimînin tên qewirandin. Û wiha got:"Ya herî zêde me diêşîne nehestiyariya mirova ye."
'ZIVISTAN NÛ DEST PÊ KIR'
Dema em tên Parka Geziyê j, em rastî Oktay Ûlû yê 49 salî tên. Ulû vegot, wî bi meaşê xwe yî 3 mehî odeyek kirê kiriye, lê piştî ew nikaribûye ji bin vî barî derkeve li kuçeyan maye û dawiyê em fêm dikin ku, ji ber romatîzmayî ye nikare serê xwe rast-çep vegerîne.
Ûlû wiha behsa tiştên jiyaye kir: “Carinan li Eyûbiyeyê dimam, li wir her şev şer, kêrkirin diqewimin. qerta min î bêheq berastengiyê heye. Ez hebên depresyon û romatîzmayê bi kar tînim. Ev kompleksên sporê pirsgirêkê çareser nakin. Komleksên sporê yên li Zeytînbûrnûyê 3 mehên wan neqediya ew girtin. Çimkî şer diqewime li wir. Ez ê li kuçeyan rakevim, lê dîsa jî naçim wir. Di ser 65 saliyê re nagirin malên hêwirgehiyê. Ji ber vê, wê ev mirov li bin daran, li parkan bimirin. Sala çûyîn min bihîst kesek li Parka Romayê miriye, li Emînonuyê jî kesek mir. Min îsal nebihîstiye. Zivistan nû dest pê kir."
'TU FÊDEYA ÇAVÊ ÇEPÊ LI YÊ RASTÊ TUNE YE'
Halîm Ozer ê şorbeyê belav dike jî, nexweşîna şekir lê peyda bûye. Ozer jî got, ew 15 sal e li kuçeyan dimîne.
Ozer ê ku got, "Ez pîşezas bûm. Ji 2008'an roja ku nexweşîna şekir li min peyda bû heta niha li kuçeya me" û wiha axivî:"25 sala zewicandî bûm, di 2001'ê em ji hev veqetiyan. Pêşî li oetaln mam, dawiyê li kuçeyan. Malbata min heye, ji 3 mehan careke ancax em hev dibînin." Ozer got, ew li Îzmîrê jî li kuçeyan dima û dem aher kes radiket ji bo neqefile ew dimeşiya. Ozer vegot, di vê pêvajoyê de tu kesî alîkariya wî nekiriye û wiha domand:"Tu fêdeya çavê çepê li yê rastç tune ye. Min li kuçeyan şûşe berhev kir. Min pê perê otelê dida. Li korîdorên nexweşxaneyê raketim. Piştî 2010'an hatim Stenbolê."