Çalakiya Kolana Yukselê astengiyan nasnake

ENQERE – Polîsan di roja 283’emîn de careke din mudaxeleyî çalakiya “Em karê xwe paş de dixwazin” kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 163’emîn de didome. Çalakiya piştevaniya hem ji bo Gulmen û Ozakça û hem jî ji bo kedkar vegerin karê xwe jî ket roja 283’emîn. Polîsan dîsa destûr neda ku kedkar li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê çalakiya xwe lidar bixin. Çalakgeran li ser destûr nedayînê li cihê ku Kolana Yuksel û Konur digîhîjin hev çalakiya xwe li ber mertalên polîsan pêk anîn. Çalakgeran pankarta “Greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh di roja 163’emîn de ye û bila vegerin karê xwe” vekirin û sloganên “Nuriye û Semîh bila paş de bigirin kar” û “Nuriye û Semîh ne bi tene ne” berz kirin.

DAFDAN Û ZORÎ DIDOME

Polîsên xwestin bi dengê megafonan dengê sloganên çalakgeran qût bikin carek din mudaxeleyî komê kir. Polîsan bi dafdanê çalakgeran ji kolanê dûr kir. Her wiha polîsan welatiyên li kolanê destek dan çalakgeran jî ji kolanê derxist. Çalakgeran mudaxeleya polîsan bi çepik û berzkirina sloganan şermezar kir û ji kolanê veqetiyan.