Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Taşdemîr: Emê li her qada jiyanê têbikoşin

ÎZMÎR - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku ew bi dirûşmeya "Ne edaleta mêr, edaleta rastîn" daketine qadan û li her derê têdikoşin û wiha got: "2 salin henû qad li jinan hatine girtin. Qad dorpêç kirine. Yên ewil barikat şikandin jin bûn. ji ber vê yekê îtîefaqa AKP-FETO li her derê li dijî kurdan ketin nava tevkariyê.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku di 25'ê Tîrmehê de li Amedê dest pê kir piştî Stenbol û Wanê li Qada Gundogdu di roja 4'an de berdewam dike. Çalakiya li Gundogru, rastî eleweyek mezin a welatiyan û saziyen sivîl ên civakî tên. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, piştî ziyaretan dest pê kir daxuyanî da. Taşdemir, ewil bal şikand ser talankirin û wêrankirina bajarên Kurdistanê û wiha got: Nobeta me di roja 25 an de didome. Wekî vê çalakiyê çalakiyek berxwedanê jî wekîlê me li dijî talankirina dewletê ya li dijî dîroka Heskifê daye destpêkirin. Dîrok û xweza tê talankirin û wêrankirin. Em dê bi berxwedanê Heskifê azad bikin. Em dê jiyanê jî azad bikin."

Taşdemîr, anî ziman ku sala par îro DAIŞ'ê li dijî dawetek kurdan a Dîlokê êrîşa komkujiyê pek anî û wiha got: "Em dizanin ku ev komkujî yek ji xeleka komkujiyên di dirokê de ye. Sala par îro li Dîlokê 59 welatî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin. Lê salek derbas bû heta niha der barê berpirsiyaran de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Kesên li dijî polîtîkayên AKP'ê derdikevin di nava 35 rojan de tên darizandin û cezakirin, lê mixabin di ser vê bûyera komkujiyê re salek derbas bû, hêj der barê tu kesan de lêpirsîn jî nehatiye vekirin.
Li Amed, Pirsûs, Enqere û herî dawî li Dîlokê komkujî çêbûn. Lê hêj kesên tên darizandin û cezakirin tune ye."

‘JIN DÊ DI HER QADA JIYANÊ DE TÊBIKOŞIN'

Taşdemir, destnişan kir ku ew di nobetê de wîcdan û edaletê dixwazin û wiha axivî: "Em jin li qadan li pêşeroja xwe xwedî derdikevin. -Em li destkeftiyên xwe yên bi tekoşîna salan me bi dest xistiye xwedî derdikevin. Ji bo me qadan bikin warê jiyana jinan em têdikoşin. Em dizanin ku AKP'ê di 15 salan de çawa xwe li ser dijminantiya jinê mezin kiriye. Di serdema AKP'ê de kuştina jinan ji hezarî hezar û 400 zêde bû. Em dibînin ku çawa jin rasti tundiyê tên. Em her roj di rojnameyan de dixwînin ku jin çawa rastî tundiyê tên. Em dibînin ku çawa dixwazin nasnameya jinê ji holê rakin. Jin dê li dijî van polîtîkayan di her qadê jiyanê de têbikoşin û li qadan bin."

'JIN JI BO EDALETA RASTÎN LI QADAN IN'

Taşdemîr, anî ziman ku ew bi daxwaza "Ne edaleta mêr, edaleta rastîn" daketine qadan û wiha berdewam kir: "Di 2 salên dawî de qad û kolan li jin û gelan hatin girtin. Hemû qad dorpêç kirin. Hemû kolan qedexe kirin. Me ev yek di 8'ê Adarê de dît. Îro jin dîsa bi reng û vina xwe piştgirî û ruh didin çalakiya nobetê. Jinên tên vir li dijî pêkaninên dawî dest bi têkoşînê kirin. Çend roj berê mijada ku zarokên me bi tecawizkarên wan re bizewicînin xistin rojevê. Herî dawî dixwazin ku destûra marê têxin destê muftî û meleyan. Agirî kir herêma pîlot. Hûn 12 sal berê li ku bûn."

'HEVKARIYA AKP-FETO YA LI DIJÎ KURDAN DIDOME'

Dîlan Taşdemîr, anî ziman ku AKP dixwaze polîtîkaya Cemaeta Fethullah Gulen a 19 sal berê di Civîna Abantê de xwest têxe meriyetê niha dixe meriytê û wiha berdewam kir: “Îtîfaqa AKP-FETO hem li dijî kurdan û hem jî li dijî jinan di nava hevkariyekê de ye. Fethullah Gulen ne li Pensilvanya, di nava AKP'ê de hebûna xwe dide der. Em li dijî polîtîkaya di nava malbatê de bilindkirina refaha mêr in. Îktîdara ku ji gotina navê jinê bêzar be dê ji bo jine çareseriyek çawa bîne. Dibêjin bi saziyên dewletê bawer bibin. Em dê çawa bi saziya ku Songul Gulmez li ser piştê hiştin bawer bibin. Em ji bo hev azad bikin em dê di nava hewldanê de bin."

Taşdemîr, bal kişand ser 286 notirvanên şevê yên li Stenbolê dest bi peywirê kirin jî û wiha lê zêde kir: "Kî dê jin, xizan û kesên bindest li dijî notirvanên ku dewletê çek xist destê wan biparêze. Tu tiştê ku ev hişmendî bide jinan tune ye. Em dibînin ku bi van polîtikayan çawa dixwazin bêtir jinan bixin. Bi van polîtîkayan hevserokên me ji peywirê hatin girtin. Sêvê, Pakize û Fatma hatin qetilkirin. Em dibînin ku ji jinên berxwedêr ditirsin. Em dê li dîroka xwe ya berxwedanê xwedî derkevin û ji her demê bêtir di ber xwe bidin."

'JIN DÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNIN'

Taşdemîr, bilêv kir ku ew ew dê ranewestin û li dijî faşîzmê têbikoşin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li dijî tecrîdê li Îtalya û Almanya daketin kolanan. Bi ser ketin em jî dê di peşengiya jinan de bi ser bikevin. Di hevdîtinên aştiyê yên 35 welatan de encam bi dest xistin. Birêz Ocalan, di têkoşîna aştiyê de înîsiyatif da jinan. Rola têkoşînê daye jinan. Em jin dê tecrîda li ser Birêz Ocalan bişkînin. Jin dê tecrîda li ser birêz Ocalan bişkînin. Di demên dawî de piştî OHAL'ê zextên li ser girtîgehan derketine asta herî jor. Ez bang li Wezareta Dadê û Midûrê Girtîgehan Enis Yavuz Yildirim dikim. Kerem kirn werin li Şakrana ÎZmirê lêkolîn bikin. Ger ku hûn samîmî bin werin bi çavê xwe bibînin. Politîkayên AKP'ê têk çûne. Em dê bi ser bikevin. Jin û gel li dijî xerakirina Sûrê di ber xwe da. Li Manisa li dijî maşîneyên kar di ber xwe da. Li Kutahya rê li trafîkê girtin û di ber xwe dan. Li dijî DAIŞ'ê têkoşinek bêhempa da. Em hemû vê yekê li Rojava dibînin. Em wekî jinan me berpirsiyariya civakê daye ser milê xwe û em dê her dem pêş bixin."

Daxuyanî bi diruşmeya "Jin jiyan azadi" bi dawî bû.