Rawestgeha otobêsan bû otopark

EDENE - Li Edeneyê, li rêya sereke ya gelek nexweşxane lê ne, rawestageha otobêsan a aîdî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê wek otopartê tê bikaranîn. Piştî rawestgeh, wek otoparkê hat veguherandin, bû sedema bertekdayîan esnafan.

Li Seyhana Edeneyê, rawestegeha otobêsan a li ber deriyê Nexweşxaneya Dewletê ya Edeneyê, hat arkirin. Rawestgeh bi awayekî celbî wek otoparkê tê bikaranîn. Ji ber cihekî din wek rawestgehê nehatiye veqetandin, otobês li vê qadê rêwiyan datînin û siwar dikin. Ji serê hefeteyê heta niha ji ber vê rewşê, hem rêwî hem jî ajokarên otobêsan mexdûr dibin. Rêwî li nav rê li benda otobêsan disekinin û her wiha yên ji otobêsan datên jî, li nav rê ji otobêsan datên. Welatî û esnaf ji vê rewşê bi gilî û gazinc in. Li rêya ku gelek qezayên trafîkê lê diqewimin, bi sererastkirina dawî re rewşa xerabtir bûye.

'ŞAREDARÎ RÊ DAGIR DIKE'

Dermanfiroş Mesût Kuçukosmanoglû diyar kir ku, şert e ku li ber nexweşxaneyê rawestgeha otobêsan hebe û got, bi rakirina rawestgehê re, otobês li nav rê radiwestin û rêwî jî ji neçarî li nav rê li benda otobêsan disekinin. Kuçukosmanoglû wiha got:"Ev der pêşiya nexweşxaneyê ye, divê li vir rawestegheke otobêsan hebe. Divê rawestgeha otobês û dolmîşan hebe. Ev 30-40 sal e ez li vir dermanfiroşiyê dikim. Ev der wek cihê rawestgehê hatiye sererastkirin, her çi hîkmet be ji serê hefteyê ve ev der veguherî otoparka biheq."

'BER NEXWEŞXANEYÊ BÊ RAWESTGEH NABE'

Kuçukosmanoglû got, li rê çûnhatineke zêde heye û ragihand ku, li rê tim qezayên trafîkê diqewimin û wiha axivî:"Sepandineke bi vî rengî nabe. Bi vê sererastkirina nû re, otobês û dolmîş ji neçarî rêwiyên xwe li nav rê datînin. Piştî datin ji mecbûrî derbasî wî aliyê rê dibin. Ev der du alî ye, ji bo nexweşxaneyê tengasiyan dide der. Hema bêje her roj li vir qezayên trafîkê diqewimin. Sedema qezayan çûyîn û hatina zêde ye. Ji bilî xeletiyên ajokaran, ji ber xeletiyên fîzîkî qeza pêk tên. Ber nexweşxaneyê bê rawestgeh dibe? Ber nexweşxaneyê bike otopark, na mixabin ev sepandineke çewt e."

'BILA ŞAREDARÎ PEYWIRA XWE BI CIH BÎNE'

Esnafê bi navê Yasîn Ûçar jî wiha axivî."Ji bo li vir 3 qurîşan qezenc bikin, rê vediguhere tekane şerîdê. Welatiyên extiyar tên nexweşxaneyê. Nikarin derbasî wî aliyî bibin. Divê çareyek ji vê re bê dîtin. Ya ewil divê bê kirin, xizmeta ji bo gel e. Xizmeta ji bo gel ne ev e. Ma rê tekane şerîd divê? Ev der herêma nexweşxaneyê ye, lê belê rê yek şerîdî ye. Welatiyên me yî berasteng ên sandalyeya bitekerek bi kar tînin, nikarin peyarêyan bi akr bînin, çimkî yên diçin ser peyarê dubare nikarin dakevin. derbaseyeke daketinê tune ye. Vî cihê wek rawestgehê tê bikaranîn, divê sererast bikin. Cihekî otobês lê raweste nemaye. Welatî li benda otobêsê ne, lê ji neçarî li nav rê li benda wê disekinin. Otobês ji neçarî li nav rê radiweste. Li vir extiyarên me hene. Extiyarên me çawa ji wesayîtan datên, çawa siwar dibin, dixwazim werin bibînin. Bila serokê şaredariyê were vir bibîne."