HDP li Amedê dest bi ziyaretan kir

AMED – HDP li navçeyên Bismil û Gêl ên Amedê di çarçoveya kampanya “Em nesekinin, jêre bêjin raweste û faşîzmê rawestînin” civînên gel lidar xist.

HDP li navçeyên Bismil û Gêl ên Amedê di çarçoveya kampanya “Em nesekinin, jêre bêjin raweste û faşîzmê rawestînin” civînên gel lidar xist. Heyeta HDP’ê esnaf û welatî jî ziyaret kir û li daxwaz û pirsgirêkên esnafan guhdar kirin.

Heyeta HDP’ê ku ji parlamenter Nîmettûlah Erdogmuş û Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulşen Ozer û yên bi wan re pêk dihat çûn Bismilê. Erdogmuş û yên pê re bi gel re nimêja înê ya sivîl kirin. Gelek welatî tev lî nimêja înê bûn.

Di civîna gel de parlamenter Erdogmuş axivî û destnîşan kir ku di van rojên zor û zehmet de gel rastî bêmafî û bêedaletiyek mezin hat. Erdogmuş da zanîn ku pêşiya rojên bi tengasî û zor ronahiye û dê ew van rojan derbas bikin.

GÊL

Parlementerên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca û Ziya Pîr û rêveberên HDP’ê yên Gêl û Amedê jî gel û esnafan ziyaret kirin. Heyeta HDP’ê piştî serdana navçeyê berê xwe da gundan û lig undan jî bi gel re hatin cem hev û welatiyan ziyaret kirin. Parlamenteran behça pêvajoya têde derbas dibin kirin û banga xwedî derketina demokrasi, edalet û wijdan li herkesî kirin.

Dê serdanên HDP'ê yên li navçeyan bidome.