STENBOL – Serlêdana Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên girtin, ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Bursayê ve hat redkirin.
Xwişk û birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan, bi rêya parêzeran serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan û xwestin roja Duşemê bi Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin. Serdozgeriyê daxwaza serlêdana malbatê red kir.
Her wiha Serdozgeriyê serlêdana daxwaza hevdîtinê ya xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî red kir.