Ji ber parvekirinên medyaya civakî 6 kes hatin girtin

MÊRSÎN - Li navçeya Tarûsûsê, bi hinceta li ser civaka medyayî "propagandaya rêxistinê" kirine 2 jê zarok 13 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 6 jê hatin girtin.

Li navçeya Tarsûs a Mêrsînê hefteya çûyîn polîsan bi ser gelek malan de girt û bi hinceta ku li ser civaka medyayî "Propagandaya rêxistinê kirin" û li ser dîwaran nivîsên têkildarî rêxistinê nivîsandine 2 jê zarok 13 kes hatibûn binçavkirin. 13 kesên li Muduriyeta Polîsan a Tarsûsê sewqî Edliyaya Tarsûsê hatin kirin.

Piştî îfadeya li dozgeriyê 2 zarok hatin berdan û 11 kes jî bi tawanbariya "propagandaya rêxistinê" sewqî dadweriya nobedar hatin kirin. D.T., A.T., M.O., C.İ., M.O. û R.P. hatin girtin û 5 kes jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.

Kesên hatin girtin birin Girtîgeha Kampusê ya Tarsûsê.