AMED - Kameravanê ÎMC TV'yê Refîk Tekîn ê li Cizîrê di dema gulebarana polîsan de birîndar bûbû, di salvegera 79 rojên qedexeya li Cizîrê de şahidiya xwe vegot.
Li Cizîra Şirnexê, di yekemîn salvegera qedexeya derketina derve ya di 14'ê kanûna 2015'an de dest pê kir û di 2'yê adara 2016'an de bi dawî bû, hîn jî birîn nehatine cebirandin. Ji nêvenga pevçûnî ya wê demê, xebatkarên çapemeniya azad ên şahidiya 79 rojên wê demê kirin jî, ji êrîşan nesîbê xwe wergirtin. Di nêvengeke wisa de, ji rojnamegeran gelek jê hatin binçavkirin, gelek jê jî hatin girtin. Gelek ji wan jî, di dema pevçûnan de birîndar bûn û ji kedkarên çapemeniya azad ên rastî radigihandin raya giştî Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî, li jêrzemînên lê dima hat şewitandin.
Di dema domandina qedexeya derketina derve de Kameravanê ÎMC TV'yê Refîk Tekîn tevî heyeta ku parlementer û dayikên aşitiyê jî di nav de, dema ji bo cenazeyên li Taxa Cûdiyê wergirin diçûn, di dem gulebaran polîsan de birîndar bûbû û li gel birîndariya xwe jî dev ji qeydkirina xwe bernedabû û peywira xwe yî rojnamegeriyê bi cih anî bû. Tekîn, wê kêliyê heta birîndarkirina xwe ji dîhaberê re vegot.
'FIKIRÎM KU DIVÊ EZ LI CIZÎRÊ BIM'
Rojnameger Refîk Tekîn diyar kir ku, sedemên çûyîna wî ya Cizîrê hebûne û wiha domand:"Beriya Cizîrê, li Gimgim û Farqînê qedexeya derketina derve jatibû sepandin. Em li wir bûn jî. Li Farqînê qedexeya ewil 12 rojan domand. Li wir 12 rojan bûn şahidê jiyana sivîlan. Qedexeya 12 rojan em heyirandin. Em difikirîn ku, çawa 12 rojan didome. Li wir gelekî ku, li gel her tiştî malên xwe neterikandibûn hebû. Me Şengal, Kobaniyê jiyabû, paşê Farqîn û Gilmgim hat. Hem wek mirovekî wê erdnîgariyê hem jî wek rojnamegerekî li herêmê peywira xwe bi cih tîne, fikirîm ku divê ez li Cizîrê bim jî.
'GEL STOK DIKIR'
''Li herêmê wek hemû hevalên rojnameger ên din, li gel hemû astengî û çewisandinan jî, di 12'ê kanûnê de em û hevala xwe yî nûçegîhan Saadet Yildiz çûn Cizîrê. Hîn qedexe dest pê nekiribû. Dema em nû ketin Cizîrê, em bi rastiyeke ku bê rojnamegerî çiqas girîng e û bi awayekî wijdanî wê çiqasî temasî gel bike re rû bi rû man. Gel ji bo qedexeyê erzaq steok dikir. Jêrzemînên malên xwe vediguherandin hêwirgehan. Di 14'ê kanûnê de qedexe dest pê kir."
'ME XWEST EM LI WIR BIMÎNIN Û RASTIYAN NÎŞAN BIDIN'
Tekîn diyar kir ku, li herêmê rojanmegerên rastiyê nîşan bidanan pir kêm bûn û wiha got:"Navenda me yî nûçeyan piştî qedexeyê got, 'me we ji bo nûçeyan şand wir, lê wê qedexe çiqasî bidome, wê çi biqewimin nayê zanîn, heke hûn bixwazin dikarin derkevin ji navçeyê.' Lê belê, me xwest em bimînin û tiştên gel dijîn nîşan bidin."
'TERKKIRIN WÊ ÎXANETA LI GELÊ CIZÎRÊ BÛNA'
Tekîn ê ku got, "Terkkirina Cizîrê, dihat wateya hiştina gel a bi şer re " û diyar kir ku, ev hem di warê pîşeyî hem jî di warê exlaqî de, wê îxaneta li gelê Cizîrê bûna. Tekîn wiha axivî:"Tu rojnamegerî û berpirisyariyên te hene, tu mecbûrî bi cih bînî. Çapemeniya hewzê di hundurê wesayîtên zirxî de kêşandin dikir û ji çavê îktîdarê qewimîn nîşan didan. Li Cizîrê ji bilî me, xebatkarên DÎHA û JINHA'yê yên di 29'ê cotmehê bi KHK'ê hatin girtin hebûn. Heke em jî neçûnan, wê kes hay ji rastiyên wir tune bûna."
'2-3 SANIYE MAFÊ ME YÎ JIYANÊ HEYE'
Tekîn behsa zehmetiyên her kêliyên kêşanê wiha kir:"Hin kêliyên wisa hene ku, tu carî ji bîra mirov naçe û vegotina wê jî zehmet e" û kêliyekek ku ji bîr nake wiha vegot:"Em tevî hevalên rojnameger ên din tim tevdigeriyan. Ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê heval me yî Berîtan Îrlan, dema ji wî aliyê kuçeyê bi lez derbas dibû sekvan berda û gule di ser serê hevala me yî rojnameger re derbas bû. Wê kêliyê me fêm kir ku, 2-3 saniye mafê me yî jiyanê heye. Di wê kêliyê de çawabûna te yî tevgerînê muhîm e. Me fêm kir em çiqas bi lez û bez bin, em ê ewqasî karibin bijîn. Heke Berîtan hinekî din jî hêdî bûna, wê niha ne di nav me de bûna."
'HER KÊLIYA CIZÎRÊ DÎROK BÛ'
Tekîn ê ku got, "Kamera min tim di qeydê de bû. Çimkî her kêliya Cizîrê dîrok bû" wiha domand:"Kamera min tim di qeydê de bû. Difikirîm, heke tiştek bi min bê jî, wê hevalên li cem dîmenan ragihînin raya giştî. Heta ez fikirîm, ez û hevalên xwe bimirin û dîmen bên desteserkirin jî, wê piştî salan ji arşîvên dewletê bên derxistin û wê bibêjin 'Me li Cizîrê komkujî pêk anîn, me dîmenên wan jî desteser kirin, vaye belgeya wê' û wê ji gelê Cizîrê û kurd lêborînê bixwazin. Me her kêliyê mirinê hîs dikir, li gor wê me plana xwe dikir."
Heyeteke ji parlementer, hevşaredar û dayikan pêk dihat, dema ji bo wergirtina cenazeyan çûbûn, di vegerê de rastî gulebarnê hatibûn û di vê gulebaranê de 2 kesî jiyana xwe ji dest dabû, zêdeyî 10 kes jî birîndar bûbûn. Cîhanê kêliyên wê demê jî, ji kameraya Refîk temaşe kiribû. Tekîn wiha behsa wê kêliyê kir:"Em jî wek rojnamegeran, me heyet dişopand. Me cenaze ji Taxa Cûdiyê wergirtin. Di vegerê de, li her du aliyên rê tang û wesayîtên zirxî hebûn. Agahî ji qaymeqamtî û polîsan hatibû ragihandin, bi alayên spî çûyîn pêk hatibû, tu hişyarî nehatibûn kirin. Dema em gihîştin Kolana Nisêbînê, ji nişkave em hatin gulebarankirin. Di wê kêliyê de qet jiq eydê dernektim. Min dît ji nişkave mirovên li dora min dikevin. Di dengê çekan ên ewil de min xwe parast. Hem jî min qeyd dikir. Min ji nişkave germahiyek ji lingê xwe hîs kir. Dawiyê ketim erdê. Li cem dîreg, du çav bi awayekî neçar li min dinihêrîn, sandalyeyeke bitekerek ku tu kes li ser tune bû, li kolanê diçû. Mirov vana ji bîr nake."
'HÊVIYA XELASKIRINÊ YA MIN AN JÎ YÊN LI DORA MIN TUNE BÛ'
Tekîn wê kêliya birîndariyê û tiştên jiya jî wiha vegot:"Ji ber divêtiya refleksa rojnamgeriyê, kêliyekê min li kamerayê nihêrî. Ji qeydê dernektibûm, dawiyê li kuçeyê min qîrînên ku dixwazin xwe xelaskirin bihîst û min ew kişandin. A rast ez nedifikirîm ku dê ew dîmen li raya giştî bên nîşandan. Hevalên min î rojnameger bazdan hatin cem min. Min kamera xwe û wênekêşa xwe da wan."
'DIGOT LI MIN NENIHÊRE, LÊ A RAST TIRSA XWE NIŞAN DIDA'
Tekîn anî ziman ku, ambûlansên hatin cihê bûyerê plana kuştina her kesî xera kirin û wiha domand:"Dema me li ambûlansan siwarkirin, polîsan em bi xwêr ve kişandin û daxistin erdê. Me li ber dîwar dirêj kirin. Gelek tişt hatin gotin, lê belê min bersiva yekê jî neda, tenê min qerta xwe yî açpemeniyê ya li stûyê xwe nîşan da. Ji min re gotin, 'Hûn hemû terorîst in û bigire çavên xwe.' Bi vê re ji mer digotin, 'Hûn ê hêza tirkan bibînin.' Dawiyê yek ji wan ê dixwest hêza xwe bide der, ji min re got nenihêre, lê a rast bi vê re tirsa xwe nîşan dida. Êdî bi pehînan dest bi derbkirin kirin. Ajokarê ambûlansê yê ji bo wergirtina me hat jî, hat derbkirin. Diviya nehatan."
Tekîn bal kişand ser îhtimala kuştina birîndarekî ku pê re sewqî Mêrdînê hat kirin û wiha got:"Nexweşxane veguherîbû qerargehekê. Li ser onluga bijîşkên li nexweşxaneyê Kocaelî û Îzmîr dinivîsand. Bijîşk jî dema tedawî dikirin, heqaretî me dikirin. Piştî tedawiya min î ewil, ez şandim Mêrdînê. Ez difikirîm heta me bibin wir, wê me înfaz bikin. Birîndarekî ku bi me re di ambûlansê de bû, hîn jî malbata wî der barê aqûbeta wî de ne xwedî agahî ye. Birîndar bû, lê belê dibêjin îhtimal ew e ku hatiye înfazkirin."
'ÇAPEMENIYA KARTÊL QAJQAJOKIYA ŞER DIKE'
Tekîn dest nîşan kir ku, Cizîr ji aliyê aşitî, demokrasî û jiyana bi hev re û ji aliyê çapemenî, weşanê ve jî xala werçerxê ye û wiha axivî:"Hikûmet û dewlet di vê pêvajoyê de, çapemeniyê bi awayekî sîstematîk bi akr anîn. Ji hêlekê ve bi ser ketin. Li nav taxê ji bo jiyîna sivîlan bidin der, hevalên me yî dixebitîn hebûn. Rohat Aktaş ê jiyana xwe ji dest dest da, yek ji van rojnamegeran bû. Çapemeniya kartêl (alîgir), qajqajokiya şer a dewlet û hikûmetê dike. Li Tirkiyeyê rojnamegerên unîformayê hêzên çekdar li xwe dikin hene."
'GENARÊLÊN BIÇÛK ÊN APÊ MÛSA JI BÎR KIRIN'
Tekîn got, Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş li gel xetereya jiyanî jî peywira xwe yî rojnamgeriyê dikir û wiha axivî:"Hemû cîhanê pêkanîn li jêrzemînan ji objektîfa Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş hîn bû. Ya ku diviya her kes bike, Rohat kir. Wêne û pêkanîn radihandin û bi vî awayî peywira xwe yî rojnamegeriyê bi cih anî. Di 90'î de çapemenî pêkanîn nîşan nedidan. Îro careke din heman tişt kirin. Lê belê, evana generalên biçûk ê Apê Mûsa ji bîr kirin. Li vir zilm û neheqiya li gel dihat kirin, rasteqîniya rojnamegeriya ciwan, dînamîk nîşan dida û hebû. DÎHA, JINHA û Azadiya Welat hebû."
'LI CIZÎRÊ GELEKÎ XWEDÎ LI NASNAMEYA XWE DERDIKEVE HEYE'
Tekîn ragihand ku cizîriyan wiha dipirsî: "Dema em li Cizîrê bûn, gel dipirsî 'çima hemû kurd nameşin?'" Tekîn anî ziman ku, bendewariya cizîriyan ya ji derdorên çepgir û sosyalîst hebû û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Lê belê tu kes vê nîşan neda. Bendewarî nehatin bersivandin. Cizîrî xwedî ruhekî têkoşer û mêvanperwer in. Di her warî de rastiya sekneke gel di bîra mirovan de ma. Li Cizîrê wêne zaf cuda bû. Ji bo bendewarî û daxwazên xwe gelekî li ser piay heye li Cizîrê. Difikirim ku, tu dibê qey civaka herî bingehîn a keştiya Nûh, mirovên li wir bi xwe ne. Ez dibêjim ev e. Gelekî girêdayî nasname û xwemaliya xwe."
Ayşe Guney / Ozgur Paksoy - dîhaber