STENBOL - Di doza ku hunermend Atilla Taş û rojnameger Murat Aksoy jî di nav de bi giştî 13 nivîskar û rojnamger tê de tên darizandin de Cihan Acar û Bunyamin Koseli hatin tehliyekirin.
Danişîna sêyemîn a doza ku hunermend Atilla Taş û rojnamger Murat Aksoy jî di nav de bi giştî 13 nivîskar û rojnamger tê de tên darizandin de li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Bersûcên girtî yên ku der barê wan de du caran cezayê muebeta giran tê xwestin; Gokçe Firat Çulhaoglu, Yakup Çetin, Bunyamin Koseli, Cihan Acar, Abdullah Kilç, Oguz Usluer, Atilla Taş, Huseyin Aydin, Murat Aksoy, Mustafa Erkan Acar, Seyit Kiliç, Yetkin Yildiz û Ali Akkuş ku bi awayek negirtî tê darizandin di danişînê de amade bûn.
Di danişînê de bersûcan û parêzerên wan doza tehliyeyê kir. Heyeta dadgehê jî ji bersûcan biryara tehliyeya Cihan Acar û Bunyamin Koseli da.
Danişîna din jî taloqî 24'ê Cotmehê hatkirin.