WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi navê "Em 238 dibistanan nû dikin, em li Wanê seferberiya lênerîn-tamîra 238 dibistanan didin destpêkirin" meaşê karkeran qut kir û ji lêçûna dibistanan ve veqedant. Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Cahit Bozbay helwesta Qeyûm rexne kir û wiha got: "Pereyê gelê bajêr ji bo qadên cuda xerç dikin. Ev nayê qebûlkirin."
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin di bin navê "Em 238 dibistanan nû dikin, em li Wanê seferberiya lênerîn-tamîra 238 dibistanan didin destpêkirin" de budçe veqetand. Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Cahit Bozbay bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: "Qada xizmetê ya şaredariyê cuda ye. Şaredarî xebatên ku pêdiviya bajêr pê hene datîne aliyekî, diçe ji bo tamîra dibistanên ku aîdî Gerînendetiya Perwerdehiya Netewî ne budçeyê vediqetîne. Ev yek jî nîşan dide ku budçe ji bo cihên xelet tê bikaranîn."
‘BUDÇEYA BAJÊR JI BO SAZIYÊN DIN TÊ XERCKIRIN'
Bozbay, bi bîr xist ku her saziyeke fermî xwedî budçeyek e û wiha got: "Ev budçe jî li gor lêçûnên saziyan tê diyarkirin. Yanî budçeya saziyekê heye û divê ew sazî ji bo qada xizmetê xerc bike, lê nake. Qada xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin cuda ye. Şaredariya Bajarê Mezin xebatên ku pêdiviya bajêr pê hene datîne aliyekî, diçe dibistanên aîdî Gerînendetiya Perwerdehiya Netewî tamîr dike. Ev jî nîşan dide ku budçeya şaredariyê ji bo cihên xelet tê bikaranîn."
‘JI DÊVLA MECLÎSÊ KARMEND BIRYARÊ DIDIN'
Bozbay, anî ziman ku di çarçoveya hevkariyê de bi awayekî qismî gelek sazî alîkariya hev dikin û wiha got: "Lê tamîrkirina 238 dibistanan kulfeteke cidî ye. Ev jî pereyê gelê herêmê ye û li qadên cuda tê biakranîn. Ev yek nayê qebûlkirin. Piştî qeyûman tu erka meclîsên şaredariyan nema. Qeyûm tevî 5 burokrat û karmendan dicivin û biryarê didin. Der barê aborî, veberhênanî û pêşeroja bajêr de biryaran didin."
‘MEAŞÊ KARKERAN YA DERENG DIDIN AN JÎ QET NADIN'
Bozbay, bi bîr xist ku dema wan di sala 2009'an de şaredarî dewr girtiye 6-7 mehan meaşên karkeran nehatibû dayîn û hema bêje şaredarî li ber îflasê bû. Bozbay, got ku heta roja ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin jî lîreyeke karkeran jî di hundur de tune bû û wiha axivî: "Beramberiya keda kedkaran bi awayekî rêk û pêk hat dayîn. Lê belê di demên dawî de li gor agahiyên bi dest dikevin meaşê gelek kesan an bi derengî tê xistin an jî nayê dayîn."
‘POLÎTÎKAYEKE NEPEN TÊ MEŞANDIN'
Bozbay, dest nîşan kir ku li hêlekê tamîra dibistanan tê kirin, li hêla din jî heqê kedkaran nayê dayîn û wiha domand: "Li vir polîtîkayeke aboriyê ya populîst derdikeve holê. Em tam nizanin ji bo tamîrkirin û lênerîna dibistanan çi qas hatiye veqetandin. Dema me hemû îhale aşkere bûn. Lê niha polîtîkayeke nepen tê meşandin. Bi vî awayî şaredariyan dixin bin deynan û tê xwestin ku rêveberiya bê nikaribe bixebite."
‘KENT JI ALIYÊ BUROKRATAN VE TÊ BIRÊVEBIRIN'
Bozbey wiha domand: "Gelê bajêr, hemû hilbijartî û kadro ji merhaleyên rêveberiyê hatine dûrxistin. Bajar ji aliyê burokratan ve tê birêvebirin. Ev rêvebir li vî bajarî najîn û wisa dixuyê dê nejîn jî. Em ji biryarê wan jî dibînin ku der barê pêşeroja bajêr de tu fikareyên wan tune ne."