ÎZMÎR - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Tecrîd faşîzm e. Tecrîd tê wateya israrkirina di şer de, israrkirina di pevçûnan de."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikare bi parêzerên xwe re û ji 5'ê Nîsana 2015'an ve jî nikare bi Heyeta Îmraliyê re û ji 11'ê Îlona 2016'an ve jî nikare bi malbata xwe re hevdîtinê çêbike. Heta niha 680 carî parêzer û malbatan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane, lê belê hemû serlêdan bi hincetên kêfî hatine redkirin. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê û Berdevkê Partiyê Osman Baydemir û Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez ku di Nobeta Wijdan û Edaletê ya li Qada Gundogdu ya Îzmîrê de nobetê digirin bal kişandin ser qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re .
‘PERGALA ÎMRALIYÊ NAVÊ ÎŞKENCEYÊ YE'
Baydemir dest nîşan kir ku dewlet huqûqa xwe jî bin pê kiriye û wiha axivî: "Her welatiyê ku xwedî statuya hikumxwariyê be mafê wî heye ku bi wasiyê xwe, bi malbata xwe, bi riya telefonê, di cejnan de hevdîtinê çêbike. Lê pergala Girtîgeha Îmraliyê bi tena serê xwe navê tecrîd, derhuqûqî û îşkenceyê ye. Dema di lîteratura cîhanê de dîroka binpêkirina mafan ên li girtîgehan bê nivîsandin dê pergala Îmraliyê mînaka wê ya herî ecêb e. Li vir asta mafên mirovan, asta huqûqî heye. Asta wê ya siyasî. Di atmosfera ku tecrîd hat rakirin de tu pevçûn çênebûn, li vî welatî kes nemir, pêşdaraz, şikestin, birînên 80 salî hatin tamîrkirin. Ji ber vê tecrîd faşîzm e. Tecrîd tê wateya israrkirina di şer de, israrkirina di pevçûnan de. Tecrîd tê wateya lîstina bi hestên sebrê yên civakekê."
‘NOBETA BANGA RAKIRINA TECRÎDÊ YE'
Baydemir wiha domand: "Nobeta Wijdan û Edaletê banga rakirina tecrîdê ye jî. Heke bi qasî serê derziyê neyteke vê hikûmetê ya ku dev ji vê polîtîkaya xwe ya dijminahiya kurdan berde hebe, pêşî divê tecrîdê rabike. Heke ev hikûmet hem li derve û hem jî li hundur dev ji stratejiya xwe ya pevçûnî berde û bi qasî serê derziyê neyta wê ya destpêkirina diyalog û îstişareyê hebe, divê pêşî tecrîdê rabike. Lê em vê yekê baş dizanin ku; faşîzm xwe bi xwe bi paş ve gav navêje. Riya vê yekê ew e ku hemû derdorên civakê li dijî tecrîdê derkevin û xwedî li aştiyê derkevin. Dijderketina li hemberî tecrîdê tê wateya paşvexistia faşîzmê. Dijderketina li hemberî tecrîdê xwedîderketina li demokrasî û aştiyeke bi rûmet e. Em di roja 24'emîn a Nobeta Wijdan û Edaletê de careke din balê dikêşin ser derhuqûqî, bêehlaqî û faşîzma tecrîdê. Heta ku dawî li tecrîdê neyê dê têkoşîna me berdewam be."
Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez jî, dest nîşan kir ku tekane çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê rakirina qedexeya hevdîtinê ya li Îmraliyê ye û ev tişt gotin: "Bi vê tecrîdê re şer hat destpêkirin. Dengê muxalefetê hat tepisandin. Tirkiyeyê veguherandin weziyeteke tecrîdî. Heta ku ew tecrîd neyê şikandin ne demokrasî, ne azadî û ne jî wekhevî pêk nayê. Ocalan vîna bi milyonan kesî ye. Heta ku ew tecrîd neyê şikandin dê bi tu awayî aştî û aramî neyê vî welatî. Şerekî 40 salî heye. Dewlet ne hêlên vî şerî muxatab digire û ne jî tecrîda li Îmraliyê radike. Bi vê yekê peyamê dide kurdan. Di Nobeta Wijdan û Edaletê de mebesta me wijdan û edaleta li Îmraliyê ye. Divê pêşî ev edalet li Îmraliyê pêk bê. Paşê jî ji bo Tirkiyeyê sepandina huqûqa gerdûnî. Gelê me bi salan vê tecrîdê nas nekir û çok danenî. Gava me ya ewil şikandina tecrîda li Îmraliyê ye. Heta ku tecrîd neyê şikandin em nikarin ne behsa huqûqê û ne jî edaletê bikin."