Dem dema dirîreşkên Liceyê ye

AMED - Dîrîreşkên li qeraxên hemû çem û robaran gihiştin, dîmeneke bedew de derdorê. Jinên Lîceyî ku rîçala wan çê dikin dest bi komkirina dirîreşkan kirin.

Li Liceya Amedê dîrîreşkên (tûreşk) ku di meha Tîrmehê de li axê şax vedan, di meha Tebaxê de êdî tam xwe dan der. Bi piranî li cihên avî û li qeraxên çem û robaran hêşîn tên û bi çêj û ekla xwe dilê mirovan dibijînin xwe. Dirîreşkên ku dermanê gelek derda ne, di heman demê de ji aliyê gundiyan ve tên berhevkirin. Gundî rîçala wan çêdikin û paşê difiroşin.

Dirîreşk xwe bi xwe bi piranî li cihên avî hêşîn tên. Wek her salî îsal jî li qeraxên hemû çeman hêşîn bûn. Jinên liceyî wan berhev dikin û rîçala wan çêdikin. Jin pêşî wan paqij dikin û paşê wan dixin nav şekir. Paşê jî li ser agir qederekê wan dikelînin û herî dawî jî wan dixin şûşan û li cihekî hênik muhafize dikin. Her wiha hin kes jî rîçala wan difiroşin.