STENBOL - Operasyonên binçavkirinê yên ku duh li Stenbolê li dijî HDP'ê hatibûn destpêkirin berdewam kir. Li Rihayê jî hêjmara kesên hatin binçavkirin gihişt 190'an.
Operasyonên binçavkirinê yên ku li Stenbolê û navçeyên wê li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn destbêkirin berdewam dike. Di çarçoveya operasyonan de Serokê Sultangazî Cemevî Zeynel Odabaşi, Hevserokê HDP'a Beylîkduzuyê Hasan Temur, rêvebirê navçeya Esenyurtê Mucahîr Îlhan hatin binçavkirin.
Ji bilî kesên hatine binçavkirin hat diyarkirin ku derbarê gelek kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
LI RIHAYÊ HÊJMARA BINÇAVKIRINAN GIHIŞT 190
Li navenda Rihayê û navçeyên wê SerêkaniyêSiwêreg, Wêranşar,Bêrecûk, Pirsûs, Heweng, Cirnê Reş, di çarçoveya operasyonên li dijî HDP û DBP'ê de avahiyên partiyan hatin lêkolînkirin, gelek kesên din ava wan de hevşaredar, hevserokên bajar û navçeyan jî di nav de 190 kes hatin binçavkirin.
Navên kesên ku li Serêkaniyê hatine binçavkirin wihane:
Hevseroka DBP'ê ya navçeyê Gulten Ceylan, rêvebirên navçeyê Yilmaz Tuncer, Emîn Arak, rêveberêb HDP'ê yên navçeyê Îsmaîl Kahraman, Zeynep Demîr, Murat Guner, Veysel Bulut û Lutfî Agcan.