Ji leşkeran reviyan, li Dîlokê hatin qetilkirin

DÎLOK - Malbata Îlter ku ji ber zext û zoriyên leşkeran ji navçeya Berwarî ya Sêrtê koçî Dîlokê kir, piştî koçkirinê bi 4 mehan keça wan jî di nav de 13 xizmên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan.

Malbata Îlter ku keça wan jî di nav de 13 xizmên xwe di komkujiya Dîlokê de winda kir, diyar kirin ku hîn jî êşa wan wek roja berê ye. Bav Reşît Îlter anî ziman ku ji ber pirsgirêkên aborî wan ji gundê Sarih ê Berwariya Sêrtê koçî Dîlokê kiriye û wiha got: "Dema em diçûn cem mêşên xwe jî leşkeran rê li pêşiya me digirt û em paş ve dişandin. Yanî ji ber pirsgirêka debarê û şertên wê çaxê em mecbûr man ku bên vir. Li vir jî em bi vê belayê re rû bi rû man." Dayika Adile Îlter jî, got ku hîn jî halê keça wê ya di şeva komkujiyê de li ber çavê wê ye û her roj piştî giriyekî zêde ew bi zorê li ser maseya xwarinê rûdinê.

‘DAYÊ DIÊŞÊ'

Dayika 9 zarokan Adile Îlter ku di êrîşê de keça xwe winda kir, anî ziman ku di dema teqînê de ew li malê bûye û dema ew çûye cihê bûyerê ber çavê wê tarî bûye û ji bilî keça xwe wê tu kesî nedîtiye. Dayik Îlter, got ku dema wê keça xwe hilgirtiye hemêza xwe keça wê wiha qêriyaye: "Dayê diêşê, dayê diêşê." Îlter diyar kir ku wan demildest bi wesayîtekê keça xwe biriye nexweşxaneyê û wiha axivî: "Hîn jî halê keça min ê wê şevê li ber çavên min e. Hîn jî bi zorê radikevim. Paşê sibehê hîn bûm ku tevî keça min 2 birayên min, 2 biraziyên min û ji malbata hevjînê min 12 kes mirine. Me zêde zêde êş kişand. Her roj piştî giriyekî zêde paşê em li ser maseya xwarinê rûdinên. Em wan yeko yeko bi bîr tînin. Keça min hîn 15 salî bû. Wê qet ji bîr nakim."

Bav Reşît Îlterê 57 salî jî, anî ziman ku dewletê 10 hezar lîre alîkariya wan kiriye û ji ber ku ew betal bûye ji mecbûrî qebûl kiriye. Îlter, diyar kir ku di civîna ku Serokomar kir de li gor xwe hin tişt gotine û çûye û wek ku tiştek nebûbe rayedar tevgeriyane. Îlter dest nîşan kir ku rayedaran tu sozê xwe bi cih neaniye, tenê carekê hatine çaya wan vexwarine û careke din nehatine. Îlter got ku dema teqînê ew li mal bûye û wiha domand: "Dema teqîn çêbû duxan ji taxê rabû. Nexweşxane zaf qelebalix bû. Dema me keça xwe bir nexweşxaneyê li ber nexweşxaneyê keça min a birîndar 2 saetan rawestandin. Ne sedye hebû ne jî bijîşk. Zaf qelebalix bû. Li nexweşxaneyê muameleya mirovan bi me nekirin. Di mudaxileya ewil de pir bi birîndaran re eleqedar nebûn. Wek ku ne mirov bin nêzî wan bûn. 3 roj şûnde keça min mir."

Bav Îlter anî ziman ku piştî wan keça xwe defin kiriye hay jê çêbûne ku xizmên wan ên din jî mirine. Îlter diyar kir ku ji ber cihê şînê qelebalix bûye ew tirsiyane û ji bo bûyerên nû çênebin wan cihê şînê girtiye. Îlter dest nîşan kir ku walî û serokê şaredariyê hatine taziyeyê lê belê sozê dane bi cih neanîn û wiha got: "Sozên wan derew derketin." Îlter got ku berî teqînê bi 4 mehan ew ji gundê xwe yê Berwariyê hatine Dîlokê û wiha axivî: "Ji ber dahateke me ya aborî tune bû em hatin vir. Baxçê me, erdê me tune bûn. Me li gund heywan xwedî dikirin. Leşkeran tim operasyon li dar dixistin. Em nikaribûn li gund bijîn."