AMED - Xwendekarê Beşa Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Dîlokê Ozgur Sevim di çarçoveya bernameya guherandina xwendekaran de li zanîngeheke Romanyayê bi cih bû. Lê Muduriyeta Polîsan a Dîlokê teblîxateke "neyînî" ji zanîngehê re şand û senatoya zanîngehê jî teblîgat qebûl kir û perwerdehiya Sevim asteng kirin.
Xwendekarê Pola 3'yemîn ê Beşa Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Dîlokê Ozgur Sevim, di çarçoveya Bernameya Guherandina Xwendekaran (ERASMÛS) de di ezmûna zimanê biyanî ya 2017'an de bi ser ket. Lê belê Muduriyeta Polîsan a Dîlokê teblîxatek ji zanîngehê re şand û senatoya zanîngehê jî teblîxat qebûl kir û Sevim nehat şandin. Sevim ku li Zanîngeha Transîlvania ya Romanyayê bi cih bû, her çi qas ji aliyê zanîngehê ve hat qebûlkirin jî lê dîsa jî nikare biçe Romanyayê.
‘EMNIYETÊ XWEST ZANÎNGEHÊ NEŞAND'
Sala çûyîn ji 54 xwendekarên li Nîzîpa Dîlokê seyran dikirin û hatibûn binçavkirin yek jê jî Sevim bû. Piştî binçavkirinê tevî hevalekî xwe bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" kirine hat girtin û piştî 2 mehan şûnde hat tehliyekirin û perwerdehiya xwe domand. Sevim anî ziman ku niha jî ew bi muameleyên kêfî yên senatoya zanîngehê re rû bir û dimîne û wiha axivî: "Min hemû agahiyên xwe bê kêmanî tije kirin û ji bo nivîsa hîbeyê wergirim min serî li Zanîngeha Dîlokê da. Lê belê li vir bi suprîzeke nebaş re rû bi rû mam. Sedema redkirina serlêdana min jî ew e ku, Muduriyeta Polîsan a Dîlokê teblîxatekê dişîne Zanîngeha Dîlokê û senatoya zanîngehê jî xwe dispêre wê teblîxatê û der barê min de biryara neşandinê dide."
‘JI BO ÇI MAFÊ MIN Ê PERWERDEHIYÊ TÊ BINPÊKIRIN'
Sevim, dest nîşan kir ku wî bi kedeke mezin ev ezmûn qezenc kiriye û ew dixwaze hîn bibe ku ezmûn bi awayekî polîtîk an kêfî hatiye astengkirin. Sevim got ku Zanîngeha Dîlokê jê re gotiye "Tu sala çûyîn ketiyî girtîgehê û te propagandaya rêxistinê kiriye" û ji ber vê yekê destûr nedane. Sevim diyar kir ku ev biryareke kêfî ye û binpêkirina mafê wê yê perwerdehiyê li dijî qanûna bingehîn e.
‘DI QANÛNA BINGEHÎN DE BIRYAEKE DEVKÎ TUNE YE'
Sevim, diyar kir ku ew ê di warê huqûqî de bitêkoşe û wiha axivî: "Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nîzîpê der barê min de qedexeya derketina derveyî welat rakiribû û ji bo derketina derveyî welat tu astengî li pêşiya min tune ne. Lê bi teblîxata ku ji zanîngeh û muduriyeta polîsan hatiye der barê min de biryara ku bi devkî hatiye dayîn wek hincet hatiye nîşandan û bi vî awayî mafê min ê perwerdehiyê hatiye binpêkirin. Di Qanûna Bingehîn de biryareke devkî tune ye. Min metna nivîskî ji wan xwest, gotin em jî nizanin dê kengî derkeve. Min daxwazname nivîsand lê hîn bersiv nehatiye dayîn."
Sevim wiha domand: "Wisa hîs dikim ku zanîngeh li hemberî xwendekarên kurd cuda tevdigere. Di dema pêvajoya perwerdehiyê de ji bo mafê me yê perwerdehiyê ji dest me bigirin her tiştî dikin." Sevim got ku çi dibe bila bibe ew ê dev ji vê yekê bernede û wiha axivî: "Bang li rayedaran dikim, bîrdozî û fikra xwendekaran çi dibe bila bibe divê rêz bê girtin. Cezakirina bi vî awayî derhuqûqiyeke mezin e."