AMED - Endamê Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan Prz. Bunyamîn Şeker yê li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê girtî ziyaret kirin, diyar kir ku li girtigehê girtiyên jin û mêr di odeyên bi sînger de rastî îşkenceyê tên û rastî tacîzê tên.
Li girtîgehan piştî OHAL hat îlankirin zext, tundî û îşkenceya li ser girtiyan tê meşandin zêde bû. Yek ji girtîgehên herî zêde bi îşkenceyê tê rojevê Girtîgehên Xerpêt, Tarsûs, Şakran û Wanê ye. Li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê jî her roj nûçeyên îşkenceyê tên belavkirin. Endamê Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan Prz. Bunyamîn Şeker yê li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê girtî ziyaret kirin, diyar kir ku li girtigehê girtiyên jin û mêr di odeyên bi sînger de rastî îşkenceyê tên û rastî tacîzê tên. Şeker, anî ziman ku li girtîgehê îhlala mafên mirovan di asta herî jor de pêş dikeve."
Şeker, anî ziman ku mafê girtiyan ên tenduristiyê, ragihandin, xwarin, werzîş û gelek mafê jiyanê tê binpêkirin û wiha got: "Li Girtîgehên Tîpên T ên Wan, Tarsûs û Xerpêtê binpêkirina mafan gelek zêde bûye. Li Wanê girtiyên jin di dema jimartinê de rastî lêdanê tên. 26 jin rastî tundiya fizîkî ya gardiyanên mêr hatin. Têkildarî mijarê bi sedema OHAL'ê destûr nedan parêzer biçin girtîgehê. Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê ji ya Wanê ne cudatir e. Li Xerpetê cilên yek rengî niqaş dikin û dispêrin girtiyan. Piştî daxuyaniya Erdogan girtî di bin zextên zêde de ne.
BI ZORÊ TÎŞORTÊN BI DESEN KOM DIKIN
Rêveberiya girtîgehê îşlik û tîşortên bi nexşe û wêne kom kirine. Bi lêdan û zorê tîşorten bi desen ên girtiyan ji girtiyan distînin. Piştî îlana OHAL'e bi milyonan îhlal zêde bûn. Girtiyan naşînin dermankirinê û revîrê. Destûr nadin girtî emeliyat bibin.
GIRTIYAN TAVÊJIN ODEYÊN BI SÎNGER
Prz. Şeker, anî ziman ku girtî diyar dikin ava wan tê qutkirin û avê dixwazin, li dijî jimara leşkerî, jimara leşkerî red dikin, mafê wan ê sporê ji destê wan girtiye, lê vî mafê xwe yê sporê dixwazin û wiha got: "Rayedarên girtîgehê ji girtiyan re dibêjin "Hûn pir tiştan dixwazin" û gefan li wan dixwin. Destûr nadin ku di qada hevpar a jiyanê de bên cem hev. Yên mafê xwe dixwazin jî wan davêjin odeya bi sînger û îşkenceyê li wan dike. Di odeya bi sînger de 2 kamera 24 saetan hemû qadê temaşe dikin. Heta Lavabo temaşe dikin. Gardiyanên mêr dema derbas dibin jinan tacîz dikin. 4 jinên girtî ji ber ku li dijî pekanînên gardiyanan dengê xwe bilind kirin, Bi saetan di odeya bi sînger de hatin hiştin û tu pêdiviyên wan nehatin pêşwazîkirin. Girtî Yaşar Kirmizi xistin odeyek cuda û îşkence lê kirin. Piştre sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 kirin. Xuya dike ku di demên pêş de zextan li ser girtiyan zêdetir bikin."