ÊLIH – Endamê Lîjneya Rêveberiya Baroya Êlihê Alaattîn Baran daxuyaniya li Heskîfê “dînamît nehatin teqandin” derewand û destnîşan kir ku di lêkolîna wan a li Keleha Darphaneyê de teqemenî hatine teqandin û bi hilweşandinê re şikeft, dêr û goristana suryaniyan û mexzenên şerabê zerar dîtine.
Navçeya dîrokî ya Heskîfê ji 10 krîterên Mîrateya Cîhanê ya UNESCO 9 krîterên bajarê antîk di hundirê xwe de dihewîne. Bi salane Heskîf di bin gef û talûkaya dê di bin ava Bendava Ilisû de bimîne ye û nîqaşê li ser vê yekê didomin. Ev hefteyeke vê carê jî Heskîf bi destên saziyên dewlet û şirketên îhale ji saziyên dewletê girtine tê dînamîtkirin. Dînamîtkirinê li Keleha Darphaneyê dest pê kir. Baroyên Amed û Êlihê jî çûn cihê hilweşandî û li Heskîfê lêkolînan kirin. Endamê Lîjneya Rêveberiya Baroya Êlihê Alaattîn Baran ê ku di nav heyeta lêkolînê de cih girt, têkildarî lêkolîn û hevdîtina bi Waliyê Êlihê re kirine nirxandinên girîng kir.
NE TEQEMENÎ KOLANDINÊN EKOLOJÎK
Baran destnîşan kir ku wan li Keleha Darphaneyê ya ku hat dînamîtkirin û bi şêniyên Heskîfê re hevdîtinan pêkanîne û li gor lêkolîna wan pêk aniye daxuyaniya Walîtiya Êlihê ya li Heskîfê “dînamît nehatine teqandin” diderewîne û keleh bi dînamîtan hatiye hilweşandin. Baran diyar kir ku li kelehê teqemeniyên bêkontrol hatine teqandin di nav gel de rê li ber tirsê û fikaran vekiriye û bi hilweşandina kelehê re gel hatiye mexdûrkirin. Baran got ku dema teqemenî hatine teqandin tedbîrên ewlehiyên nehatine sitendin û divê li şûna teqandina bi dînamîtan divê ku bi kolandinên ekolojîk talûke bihatina restorekirin.
‘DIVÊ DER BARÊ FÎRMAYÊ DE LÊPIRSÎN VEBE’
Baran anî ziman ku piştî lêkolîna li Keleha Darphaneyê pêkanîne der barê mijarê de bi Waliyê Êlihê re hevdîtin kirine û Walî angaşt kiriye ku li Heskîfê dînamît nehatine teqandin. Baran da zanîn ku wan çavdêriyên xwe bi Waliyê Êlihê re parve kirine û daxwaz kirine ku der barê fîrma li wir hilweşandinê pêk tîne lêpirsîn bidin dest pê kirin.
‘CIHÊN DÎROKÎ NEHATINE PARASTIN’
Baran destnîşan kir ku wan pirsa “Çima keviran hildiweşînin” ji Waliyê Êlihê kiriye û wiha got: “Me bersiva ku ev xebat di çarçoveya ewlehiya kar biparêze pêk hatiye. Di hilweşandina bi dînamîtan şikeft, dêra sûryaniyan, goristan û mexzenên şerabê yên li derdorê zerarek mezin dîtine. Heta îro ji bo parastina cihên dîrokî tu tedbîr nehatin sitendin. Em ê jî wek Baroya Êlihê bibin şopdarê parastina dîroka Heskîfê.”