Kesên ji komkiya Dîlokê xelas bûn: Erdogan soza xwe negirt

DÎLOK – Kesên di komkujiya Dîlokê de ji kuştinê xelas bûn, diyar kirin ku Erdogan soza "Em dê bi her tiştê we eleqeder bibin" da, lê soza xwe pêk neanî.

Endamên DAIŞ’ê di 20'ê Tebaxa 2016’an de li dijî daweta kurdan a li Dîlokê êrîşa bombeyî pêk anî. Di komkujiyê de gelek jê zarok 56 kesan jiyana xwe ji dest dan û 69 kes birîndar bûn. Salek di ser komkujiyê re derbas bû, lê heta niha der barê berpirsiyaran de tu lêpirsîn bi encam nebûye. Wê demê Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan soz da welatiyan ku dê b her tiştê wan eleqeder bibe, lê Erdogan soza xwe pêk neanî.

ERDOGAN GOTINA XWE JÎR BIR

Ji kesên di komkujiyê de bi birîndarî rizgar bû Nurullah Ayhan (22), bertek nîşanî helwesta dewletê da û diyar kir ku dewlet qet bi pirsgirêkên wan eleqeder nebûye û soza xwe pêk neanîne. Ayhan, anî ziman ku piştî teqînê salek e betal e ji ber lêçûna nexweşxaneyê di bin deynan de maye û nikare dermankirina xwe bidomîne. Ayhan, destnişan kir ku piştî teqînê Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan hat Dîloke û soza "Ez dê bi her tiştê we eleqeder bibim" da, lê soza xwepêk neaniye.

'JI BO MEAŞ NEDIN RAPOR JÎ NADIN'

Ayhan, anî ziman ku piştî teqînê hem derûniya wî xera bûye û hem nexweşiyên fîzikû û biyolojîk li wî peyda bûne û rayedarên nexweşxaneyê ji bo ku meaş nestîne rapor nedane wî. Ayhan, da zanîn ku li gel ji sedî 45-50 bedena wî şewitiye heyetê ji sedî 5 rapora şewata bedenê daye û niha ne dikare kar bike ne jî dikare meaş bistîne.

'DEWLET NABE ALÎKARIYA DERMANKIRINÊ'

Di êrişê de zarokê 13 salî Selçuk Kalay jî ji 7 cihan birîndra bû. Dayika Selçûk Firdevs Kalay (30) anî ziman ku kurê wê piştî teqînê êdî nikare bi aramî razê û wiha got: "Ez kurê xwe hêj derman dikim. Bedena wî şewitiye. Bi 7 cihan birîndar bûye. Lê dewlet ji bo nexweşxaneyê û dermankirinê alikarî nade. Tenê 5 hezar alîkarî dan û wekî din alîkarî nedan. Niha nikarim kurê xwe derman bikim."

‘HEMÛ HEVALÊN MIN MIRIN'

Muzîkjenê dawetê Mesut Garsî yê di teqînê de rizgar bû jî anî ziman ku amadekariyên qedandina dawetê dikir û wiha got: "Ez jî birîndar bûm û 8 rojan di beşa lezgîn de mam. Nêzî 30 hevalên min di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan.''

JI 13 CIHAN BIRÎNDAR BÛ GOTIN ZERAR TUNE'

Garsî, da zanîn ku ji 13 cihên bedena xwe birîndar bû, lê rayedarên nexweşxaneyê gotin 'Zerar tune ye' û wiha berdewam kir: "Ji wê bûyerê û şûnde êdî mirov nikarin dawetê xwe çêkin. Ji ber vê yekê em jî nikarin êdî kar bikin. 4 zarokên min hene. Ez debara xwe bi muzîkê dikim. Ji ber vê yekê êdî rojên zahmet dijîm. Dewlet li ser vê mijarê nesekinî. Kes ji bo vê mexdûriyetê derbas bike li ser nesekinîn. Ez ji 13 cihan birîndar bûm û ji sedî 40 ker bûme. Lê di raporê de tiştekî wisa tune ye. Rayedar her dem mirova mijûl dikin û nabin bersîv."

‘YÊN HATIN KUŞTIN NE KURD BÛNA DÊ CUDA BÛYA'

Garsî helwesta dewletê jî rexne kir û wiha got: "Doza me didome. Ew qat mirov hatin qetilkirin. Lê di nava 5 mehan de xwestin ser dozê bigirin. Ger ku kesên cuda bûya niha hemû berpirsiyar hatibûna dîtin û darizandin. lê ji ber ku em kurd in ser dozê û dosyayê digirin."