MÊRDÎN - Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê, der barê 24 kesên ku hatibûn binçavkirin de ji Serdozgerê Komarê re îbareya nivîskî ya "Veşarî" şand. Fermandariyê xwest 20 kes bên girtin, 6 kesên ku nehatibûn binçavkirin jî hat xwestin ku girtina wan dê "erênî" be.
Belgeya ku li Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîneke dozê de derket holê, tê dîtin ku girtin û binçavkirin ne li gorî daxwaza dadger û dozgeran e, li gorî daxwaza leşker û polîsan tê amadekirin. Li navçeyên Dêrik û Qoserê yên Mêrdînê bi îdiaya "Alîkarî dane PKK'ê" di sala 2016'an de lêpirsîn hat destpêkirin, di 15'ê Mijdara 2016'an de gelek kes hatin binçavkirin, di 30'yê Mijdarê de ji 24 kesan 15 kes hatin girtin, dosyaya dozê ya ku der barê 24 kesan de hatiye vekirin, bi sosretiyên mezin hatiye dagirtin. Li gorî Qanûna Dadgehên Ceza (CMK) û Rêveberiya Edlî, li cihê ku Serdozgerên Komarê lêpirsînê û telîmatê bidin, hemû mijarên ceza dayînê û îfadeyên kesên der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, telîmat ji hêla Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê ve tê dayîn.
BI AGAHIYÊN ÎSTIXBARÎ DAXWAZA GIRTINÊ
Di lêpirsîna ku der barê 24 kesan de hatiye destpêkirin de, Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê dema 24 kesan sewqî Edliyeya Mêrdînê dike, di çarçoveya lêpirsîna bi hejmara 2016/7406'an de, îbareyeke ji 45 rûpelan a "Veşarî" dişîne, di nivîsa "Sewqê" ya bi îbareya ASYŞ: a bi hejmara 0410-4889-16/ an, li ser agahiyên îstixbarî nirxandinan dike û dixwaze ku kesên hatine binçavkirin bên girtin. Fermndariya Cendirmeyan bi vê jî têr nabe, dixwaze der barê kesên ku nehatine binçavkirin de jî biryara girtinê bê derxistin. 32 kesên ku hatine binçavkirin, agahiyên wanên nasnameyê û navnîşanên wan jî ji Serdozgeriyê re tê şandin, tê gotin ku ev kes "Propagandaya rêxistinê kirine", "Pesnê sûc û sûcdar dane" û "Li gorî telîmatên rêxistinê tevgeriyane û li ser navê rêxistinê çalakî û xebat kirine." Di dewama nivîsê de cih ji agahiyên çalakiyên bombeyî yên di navbera 2015 û 2016'an de li Mêrdînê pêk hatine re jî hatiye veqetandin.
CENDIRMEYAN GIRTINA WAN ERÊNÎ DÎT!
Di beşa nivîsê ya bi sernavê "Dawî û nirxandinê" de, cih dane agahiyên îstixbaratî yên der barê 32 kesan de û ji bo her kesekî/ê cuda cuda nirxandin hatiye kirin. Di nivîsê de tê gotin ku "ev kes bi PKK'ê re hevdîtinê pêk tînin, alîkariyê didin wan, zarokên hin kesan di nava PKK'ê de ne, piştgirî dane îlanên xwerêvberiyên cewherî." Tê gotin ku der barê hin kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, hin kes hatine binçavkirin û serbest hatine berdan. Di nivîsê de, di bin navê 20 kesan de ev nirxandin hatiye kirin: "Endamên rêxistinê yên ku li qada bejahî amadekariya çalakiyê dikin, di xebatên keşfê de, di dema çalakiyê de reva wane qada bejahî, rê û çavdêriyên li ser herêmê, alîkarî/eskortiyê dikin, ev kesên ku der barê wan de agahî hatine bidestxistin, heke bên berdan dê heman sûcan berdewam bike ji ber wê jî GIRTINA wan erênî ye"
XWESTIN KESÊN NEHATINE BINÇAVKIRIN JÎ BÊN GIRTIN
Dîsa kesên bi navê Tahîr Adal, Devran Şanli, Dildar Sol, Turan Alataş, Hakan Gezer û Mehmet Halîs Aktaş ên navên wan di doza îdianameyê de derbas dibe, tê xwestin ku der barê wan de biryara girtinê bê derxistin û wekî ku "Alîkarî dane PKK'ê" cih dane agahiyên îstixbarî. Di nîşeya vê agahiyê de jî ev tişt tê gotin: "Heke ev kes bê berdan, dê sûcên ku behsa wan tê kirin berdewam bikin, divê der barê wan de biryara GIRTINÊ bê derxistin, GIRTINA wan dê erênî be."
Di îdianameyê de der barê van kesan de tu agahî cih nagire. Dîsa kesên wekî Egîd Mustafa Oçal, Yaşar Acaba navê wan di îdianameyê de cih nagire, di nivîsa ku cendirmeyan şandiye de, agahiyên îstixbarî hatine parvekirin, der barê van kesan de nirxandin nehatine kirin. Gelo der barê van de biryara girtinê hatiye derxistin, an jî lêpirsîn hatiye destpêkirin an na, agahî nehatine dayîn.
JI 20 KESAN 15 JÊ HATIN GIRTIN
Nivîsa ku bi daxwaza "Girtinê" ji Dozgeriyê re tê şandin de, tê gotin ku "Sûcê ku avêtine ser van kesan îhtîmalek mezin rast e" ji 2'yemîn Dozgerê Cezayê Sulhê yê Mêrdînê tê xwestin ku welatiyên bi navê Abdulhamît Aksoy, Bedran Savucu, Mehmet Bîlgen, Mehmet Sidik Aksak, Ramazan Ozdogan, Bedîrhan Eye, Cengîz Gezer, Mehmet Şîrîn Eye, Nurettîn Ektîren, Tarik Ektîren, Bedîrhan Ektîren, Îbrahîm Ektîren, Ersîn Bedîrhanoglu, Muharrem Yesîn û Ferat Adal bên girtin. Li ser vê daxwazê, ev kes di 30'yê Mijdara 2016'an de tên girtin. Dîsa tê xwestin ku welatiyên bi navê Mahmut Aktaş, Însan Demîr, Hamdullah Duran, Semîh Bîlgen û Sedat Mercan jî bên girtin, ev kes bi şertê bê girtî bên darizandin, serbest hatin berdan.
HETA 23 SALAN CEZA TÊ XWESTIN
Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê, der barê 15 jê girtî 24 kesan de bi sûcdariya "Endamên rêxistinê ne" û "Madeyên teqemeniyê bê destûr li ser xwe gerandine an jî dest guhertiye" ji 7.5'an heta 23 salan cezayê girtîgehê tê xwest. Di îdianameyê de hat aşkerakirin ku van kesan li çoltara Mêrdînê alîkarî daye PKK'ê û bi wan re di nava têkiliyê de ne. Doza ku heta niha 3 caran li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin de, ji 15 kesên girtî, 11 kes hatin tehliyekirin û Muharrem Yasîn, Ferat Adal, Semîh Bîlgen û Abdulhamît Aksoy hêj girtî ne.
Denîz Tekîn - dîhaber