Demîrtaş ji malbatên karkerên demsalê re sersaxî xwest

STENBOL – Li Sakaryayê traktora ku karkerên demsalê dibir kar, qeza derbas kiribû û gelek kesan jiyana xwe ji dest dabû. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayî re sersaxî xwest û e tişt got: "Hikumet û Wezîrê Xebatê ji mirinên kar berpirsyar in."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, ji malbatên kesên li Sakaryayê di zezayê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest.

Demîrtaş di peyama xwe de ev tişt got: "Di qezaya li Sakaryayê de zarok ji di nav de gelek welatiyên me yên ku karên demsalê dikin jiyana xwe ji dest dan, ev kuştineke kar û komkujî ye. Ez ji kesên jiyana xwe ji dest dayî re ji Xwedê rihmê, ji xizmên wan re sersaxiyê dixwazim. Ez êşên wan ji dil parve dikim."