ÎZMÎR – Nobeta Wijdan û Edalê ya HDP’ê ku bi qedexe û dorpêçan dest pê kir, ber bi dawî ve diçe.
Navnîşana mîtîng, çalakî û berxwedanê Qada Gundogdu ya Îzmirê, 5 rojin ji Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê re bûye mêvnaxane û mêvanên HDP'ê li ser sînga xwe pêşwazî dike. Nobeta Wîcdan û Edaletê ku bi qedexe, dorpêç û astengiyên zêde bû rojev ber bidawiyê ve diçe. Çalakiya Nobetê ku ji germa havînê ya Amedê ber bi şînahiya ava deryaya Îzmîrê ve didome di Tirkiyeyê de bû çalakiya herî dirêj. Çalakiya ku li Amed, Stenbol û Wanê rastî gelek qedexeyan hat pîvana qedexeya "Kesê 61'emîn wekî li Stenbolê li Qada Gundogdu ya Îzimrê jî berdewam kir.
HEVAL 'SIZMA' HEYE'
Li gel teklîf û anonsên “Li şûna min tu here”, “Ji bo hevalên me yên derve werin, em zû derbikevin” re yên bi dizîkan dikevin qadê jî hene. Bêguman ên ku dorpêça cot derbas dikin ne mirovin, pisîkên jimalên e. HDP’iyên dibînin pisîk bi dizîkan dikevin qadê, pêkenoka “heval dizî hey” li qadê kêliyên dilxweşiyê derbas dibin. Yên ku agahiya wan ji çalakiyê nîne, “gelo konser heye” difikirin.
SUPRÎZA SEROKÊ CHP’Ê ÇIYE?
Du roja duyemîn de parlamenterên CHP’ê ya bajêr piştgirî dan. Balkêşe ku heya niha Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Azîz Kocaoglu bendengiya xwe diparêze. Berî nobet dest pê bike, gotina Kocaoglu ya “Suprîzeke min ji bo we heye” nepeniya xwe diparêz e.