Zarokê ji beşa lezgîn girtin 9 roj e di bin çavan de ye!

MÊRSÎN - Zarokê 14 salî F.K. di behrê de piçek mabû ku bixeniqe, piştî rakirin nexweşxaneyê 3 saet şûn de hat binçavkirin û 9 roj e di bin çavan de ye.

Zarokê bi navê F.K. li taxa Yenîpazarê ya navçeya Akdenîza Mêrsînê ket behrê û hindik mabû ku di avê de bixeniqe. F.K. rakirin nexweşxaneyê 3 saetan di beşa lezgîn de hat girtin, bi hinceta der barê wî de biryara girtinê heye 9 roj e di bin çavan de ye. Di 11 Tebaxê de polîsan bi ser mala wan de girtibû, ji ber ku çûbû behrê, nehatibû binçavkirin.

Bav Abdulbakî K. diyar kir ku kurê wî piçek maye ku di behrê de bixeniqe û ew rakirine beşa lezgîn û wiha axivî: "Ji ber ku rewşa wî giran bû 3 saetan di beşa lezgîn de hat girtin. Dema kurê min tê ser hişê xwe, li nexweşxaneyê li min geriya. Heta wê demê haya me ji bûyerê tune bû."

NIKARIBÛ LI SER XWE BISEKINE, BINÇAV KIRIN

Abdulbakî K. aşkera kir ku dema ew çûye nexweşxaneyê rastî polîsan hatiye, polîsan gotiye ku "Me ji Dozgeriyê telîmat girtiye, em ê îfadeya wî bigirin" û kurê wî ji beşa lezgîn derxistine û ew birine qereqolê. Abdulbakî K. destnîşan kir ku kurê wî bi zorê li ser xwe disekinî, her dem vedireşe, polîsan bi rapora ku ji bijîşkan girtiye kurê wî binçav kirine û 9 roj e li Miduryeta Polîsan a Bajêr tê girtin. Bav Abdulbakî K. nerazîbûn nîşanê vê rewşê da û piştrast kir ku wan der barê binçavkirina kurê xwe de tu agahî negirtine, ji tenduristiya kurê xwe bi fikar in.