Dîplomasiya leşkerî li Enqere zêde bû: Rojev Rojava û Îdlib e

ENQERE - Piştî Serfermandarê Artêşê yê Îranê Enqere ziyaret kir, niha Serfermandarê Artêşê yê Rûsya Valery Gerasimov, piştre jî Wezîrê Parastinê yê DYA James Mattis tê Enqere ziyaretê pêk tîne. Di rojeva ziyaretan û diplomasiya leşkerî bêtir operasyona li dijî Îdlibê û Sûriyeya Bakur heye.

Li herêma Rojhilata Navîn di asta serfermandarên leşkerî û wezîrên parastinan de liv û tevger zêde bû. Dîplomasiya leşkerî bêdir li navenda Enqereyê pêş dikeve. Piştî Serfermandarê Artêşa Îranê Muhammed Bakiri hat li Enqereyê bi Serfermandarê Artêşê Hulusi Akar, Serokê AKP'ê Recep Tayip Erdogan, Wezîrê Parastinê Nurettin Canikli, Musteşarê MÎT'ê Hakan Fidan re hevdîtin kirin, vegeriya Îranê. Bakırî di ziyareta Enqereyê de bêtir li dijî razemeniyên DYA'ê xwest bi Tirkiye re di nava hevkariyê de be. Xwest bêdir li ser axa Sûriye ligel rêveberiyên Sûriye û Tirkiye di nava hevkariyekê de be. Iran ku bi riya Reza Zarap ambargo rakir, armanc dike li herêmê îtîfaqa Iran, Tirkiye û Sûriye pêş bixe. Tirkiye jî dixwaze di operasyonên li dijî Bakurê Sûriye de piştgiriyê bide wan. Lê Îran û Rûsya di vî milî de piştgiriyê naden Tirkiye.

ÎDLÎB DI NAVBERA DU HÊZÊN MEZIN DE ASÊ MAYE

Li milê din piştî DAIŞ li Reqqa têk çû, tev li El Nusra bû û dixwaze li herêma Îdlibê li ser piyan bimîne. Vê yekê disa berê xwe da Tirkiye. Endamên El Nusra yên berê ji DYA hatin, di ser Tirkiye re derbasî Îdbilê dibin. Daxuyanî hatin dayîn û peyama ku dibe mudaxaleyî Îdbilê bên kirin. Vê yekê milê Rusya, Iran û Suriye li ser mijara Îdlibê xist nava tevgerê. Bajarê Îdlîbê ku gelek eniyên li wir bi Tirkiye re di nava dan û stendinê de ne, bihgeha hevdîtinan amade dike.

SERFERMANDARÊ RÛSYA JI BO ENCAMKIRINÊ TÊ TIRKIYE

Piştî Serfermandarê Iranê hat Tirkiye niha jî serfermandarê Artêşê yê Rusya Valery Gerasimov ji bo ziyaretê tê Tirkiye. Tê diyar kirin ku jibo nokteya dawî li mijarê bixe te Tirkiye.

Pişti vê yekê Wezîrê Parastina DYA James Matis jî tê Tirkiye. Ev ziyareta diplomasiya leşkerî ku navenda wê li Tirkiye ye tê diyar kirin ku rojeva sereke Rojava û Îdlib e. Tirkiye hem bi milê DYA re û hem jî bi milê Rûsya û Îranê re dixwaze li ser kurdan bazarê bike. Amadekariyên Tirkiye yên li dijî Efrinê vê îhtîmalê bêtir xurt dike.

Pêşketin û têkiliya dîplomasiyê ya li ser milê leşkerî bêtir, gumana ku operasyonên leşkerî tê plankirin dixe rojevê. Di milê DYA de Matisê jî tev li diplomasiyê dibe.


Her dem Tirkiye u Iran li dijberî kurdan dibin yek û ev yek bêtir mijara dibe ku li rojava jî li dijî kurdan Tirkiye û Iran bibe yek û êrîşan pêk bîne tine rojevê. Rusya Îran û Sûriye raste rast kurdan dide hemberî xwe û naxwaze li Bakurê Sûriye bi cih bibin û ji DYA re bihêle. Naxawze kurd li Bakurê Sûriye bibin xwedî par.