STENBOL – Dayikên Şeniyê di hefteya 647'An de aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn. Kurê Ertak Servet Ertak, got ku "We 25 salan paşeroja me û hêviyên dayikên me dizin."
Dayikên Şemiyê di hefteya 647'an de li Qada Galatasarayê aqubeta windayan pirsîn û xwestin kujerên xizmên wan bên cezakirin. Di çalakiyê de pankarta "Kujer diyar in, winda li kune" hat vekirin, laçikên spî û qurnefîl danîn ser wênyên kesên hatine windakirin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Mehmet Ertak ê di 20'ê Tebaxa 1992'yan de hatibû windakirin, hat pirsîn. Di çalakiyê de destpêkê dayika Murat Yildiz ê di 23'yê Sibata 1995'an de di bin çavan de hat windakirin, Hanîfe Yildiz axivî. Yildiz bang li Dozgerê ku gotibû "Qaşo kurê wê hatiye windakirin" kir û ev tişt got: "Aqûbeta kurê min diyar bikin. Li min na, li kesên ku kurê min winda kir lêpirsînê vekin." Yildiz da zanîn ku divê ji malbatên ku xizmên wan hatine windakirin, lêborîn bê xwestin û wiha pê de çû: "Hûn dozgerê kî ne diyar e. Em ê bêdeng nebin. Heta ku em dozgerekî/e bi edalet bibînin, em dê têbikoşin."
'WE HÊVIYÊN DAYIKÊN ME DIZÎ'
Kurê Mehmet Ertak ê hat windakirin, Servet Ertak jî aşkera kir ku 25 sal e bavê wî hatiye windakirin. Ertak da zanîn ku bavê wî karkerê madenê bûye û wiha axivî: "Bavê min kesekî muxalîf bû; lê ev nayê wê manê ku divê bê kuştin. Heke sûcdar bû di nava demê de dema sûcê wî hat tespîtkirin, dikaribûn cezayê girtinê bidanayê. Em gorên bavên xwe dixwazin. Ev 25 sal e hûn ji me çi didizin? We paşeroja me û hêviyên dayikên me dizîn."
‘TIRKIYE NE DEWLETA HIQÛQÊ YE'
Daxuyaniya hefteyê Dayika Şemiyê Yeter Îşler xwend. Îşler aşkera kir ku heta niha dewleteke hiqûqê ku mafê welatiyan biparêze nedîtine û piştrast kir ku desthilatdariyên li Tirkiyeyê ji bo serweriya xwe qayîm bikin, serî li her rêyê dane. Îşler got ku "Em ji kesên ku Mehmet Ertak winda kir dozdar in" û wiha pê de çû: "Mehmet Ertak ê 32 salî bavê 4 zarokan bû û li herêma Rezukê ya Şirnexê dima, li herêmê di kaneke komirê de dixebitî. Ji ber ku birayê wî çibû çiyê, hemû malbat di bin zextan de bû. Ertak berê du caran tê binçavkirin û îşkenceyên giran li wî dikin. Di 20'ê Tebaxa 1992'yan de bi 3 xizmên xwe re li cihên ku dixebitin dikevin rê. Maşîneya ku ew lê sîwar dibin, li noqteya kontrolê polîsên fermî wan radiwestînin. Piştî kontrola nasnameyê, Mehmet Ertak tê binçavkirin û wî dibin Miduryeta Polîsan a Şirnexê. 3 kes dizanin ku Ertak hatiye binçavkirin û 6 kes jî şahidin ku Ertak hatiye îşkencekirin."
Îşler bal kişand ser îfadeyên endamê JÎTEM'ê jî û ev tişt anî ziman: "Murat Îpek ê ku personelê JÎTEM'ê ye û di Miduryeta Polîsan a Şirnexê de wekî 'xebatkarê lêpirsînê' kar dike, di sala 1997'an de îtiraf kir ku 'Me bi fermana Midurê Şaxa Têkoşîna bi Terorê re Mehmet Kaplan û Midurê Polîsan ê Şirnexê Necatî Altuntaş, Mehmet Ertak kuşt û binax kir'. Ev ev kuştin hemû bi agahiya Waliyê OHAL'ê Unal Erkan pêk hatin."