Li Kolana Yukselê dengê sloganan jî ditepisînin

ENQERE – Çalakiya “Em karê xwe paş de dixwazin” li Kolana Yukselê 284 roje didome û polîsan bi dengê sîrenê xwest dengê berzkirina slogana bitepisîne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 164’emîn de didome. Çalakiya piştevaniya ji bo Gulmen û Ozakça û “Em karê xwe paş de dixwazin” jî di roja 284’emîn didome. Polîsan dîsa destûr neda ku kedkar li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê çalakiya xwe lidar bixin. Lê polîsan destûr neda û kolana Konurê jî bi mertalan girtin.

DENGÊ SLOGANAN JÎ DITEPISÎNIN

Çalakgeran li ser destûr nedayînê xwestin li ber mertalên polîsan pêk bînin pankarta “Greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh di roja 164’emîn de ye û bila vegerin karê xwe” vekirin. Çalakgeran slogana “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” berz kirin û polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir. Polîsan pankarta çalakgeran çirand û welatiyên li derdorê xwestin destek bidin çalakiyê jî ji aliyê polîsan ve hatin dûrkirin. Polîsan, çalakgeran heta Kolana Meşrutiyetê bi dafdanê ji qadê dûrkirin û kolanê ji çûn û hatinê re girt. Lê balkêş bû ku polîsan bi dengê sîrenê xwest ku dengê berzkirina sloganan bitepisîne.