MÊRDÎN – Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê bi civînên gel didome. Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildirim jî di çarçoveya vê nobetê de li Nisêbînê civîna gel pêk anî.
HDP çalakiya Nobeta Wijdan û Edaletê bi pêkanîna civînên gel didomîne. Di çarçoveya vê bernameyê de HDP’ê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê civîna gel lidar xist. Civîna gel li avahiya Rêxistina HDP’a Nisêbînê pêk hat û Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildirim, rêveberên partiye û gelek welatî beşdar bûn.
‘DIVÊ PIRSGIRÊK BI RÊYÊN DEMOKRATÎK ÇARESER BIBIN’
Yildirim di civînê de axivî û destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn pirsgirêkên tên jiyîn bi rê û rêbazên demokratîk dikarin bên çareserkirin. Yildirim bibîr xist ku sed sale rêbaza şer tu tiştekî ji bo gelan nedaye qezençkirin û bi avêtina gavên demokratîk aştî pêkane.
Civîn bi nirxandinên der barê hilweşandina Nisêbînê de bi dawî bû.