AKP’ê teşkîlata xwe ya Dêrikê fesih kir

MÊRRDÎN – Koordînasyona AKP’ê ya bajarê Mêrdînê, teşkîlata naçaveya Dêrikê fesih kir.

Pişrî îstîfayên serokên AKP’ê yên Şirnex, Agirî, Colemêrg û Muşê, teşkîlata navçeya Dêrika Mêrdînê jî hat fesih kirin. 9 meh berê di kongre AKP’ê ya Dêrikê de, Suleyman Temellî ku hat hilbijartin. Temellî, di hesapê xwe yê medyaya civakî de daxuyand ku bi telefona ji Koordînasyona bajêr a Mêrdînê hatiye, bêyî ku tu hincet bê nîşandan, diyar kirine ku teşkîlata wan fesih kirine.