MÊRSÎN - Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Tarsûsê Prz. Yilmaz Talay, diyar kir ku li Girtîgeha tîpa T a Tarsusê 13 girtiyên jin 5 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger dene. Talay, anî ziman ku daxwazên lêgerîna tazî û tundiya li ser girtiyan berdewam dike.
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê zext û îşkenceya li ser girtiyan berdewam dike. 52 girtiyên Girtîgeha Tarsûsê bi armanca rayedaran hişyar bikin ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û bi dem kiribûn. Piştî şert û mercên girtiyan nehatin raskirin, di 15'ê tebaxê de 13 girtiyên jin dest bi greva bê dem û bê dorveger kirin û xwestin zextên li ser wan tên ferzkirin bi dawî bibe. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêden û bê dorveger a 13 girtiyên jin di roja 5'an de didome. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Tarsûsê Prz. Yilmaz Talay, duh çû Girtîgeha tîpa T a Tarsusê û 13 girtiyên jin 5 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger de ne ziyaret kir. Talay, anî ziman ku daxwazên lêgerîna tazî û tundiya li ser girtiyan berdewam dike. Prz. Yilmaz talay, diyar kir ku li girtîgehê bi Sînem Oguz re hevdîtin kir û wiha got: "13 girtî 5 rojin di grevê dene. Zextên li ser girtiyan ji roja ewil heta niha berdewam dike. Tu guhertin tune ye. Di neqîl û sewqê de lêgerîna tazî, îşkence û neheqîya li dijî girtiyan didome. Girtî rastî çêrê tên. Min bi girtî Sinem Oguz re hevditin kir. Girtiyan di 15'ê Tebaxê de dest bi greva bêdem û bê dorveger kirin. Niha 13 girtî 5 rojin di grevê dene.
XWARINE NADIN ZAROKA WÊ
Şemal Tutak tevî zaroka xwe ya 1 salî neqlî Tarsûsê kirine. Şemal Tutak xwarina cuda ji bo zaroka xwe xwestiye. Lê daxwaza wê ya xwarina ji bo zaroka wê pêk nehatiye. Ji ber vê yekê zaroka yek salî kîlo winda kiriye û zeîf bûye."
Talay, anî ziman ku wî bi girtiyan re hevdîtin kir û girtiyên di çalakiyê de diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê û zext bi dawî bibin dê çalakiya xwe ya bêdem û bêdorveger bidomînin."