STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 282’yan a çalakiya "Rûniştina F" de xwest girtiyê nexweş Abdullah Kalay serbest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk tîne û di hefteya 282'yan de xwest girtiyê nexweş Abdullah Kalay serbest bê berdan. Di çalakiyê de pankarta "Tecrîd dikuje ji girtiyên nexweş re azadî" hat vekirin.
Daxuyaniya hefteyê Masîde Oçak xwend û diyar kir ku di girtîgehên tîpên F de ji ber tecrîdê tenduristiya girtiyan xirab dibe û aşkera kir ku ÎHD dem dem raporên ku amade dike, aşkera kir ku hezar û 25 girtiyên nexweş hene, ji van 357 girtî rewşa wan giran e.
‘NEXWEŞÊ WERNÎCKE KORSAKOFFÊ YE’
Ocak aşkera kir ku dibe Kalay mafê xwe yê jiyanê winda bike û ev tişt got: "Kalay di sala 1967'an de li Dersimê hatiye dinê, di sala 1992'yan de di operasyonekê de tê binçavkirin û 15 rojan di îşkenceyê de dimîne. Kalay di sala 1996 û 2000'î de ji ber ku tev li 'Rojiya mirinê' bûye nexweşê Wernîce Korsakoffê ye. Kalay di sala 2002'yan de ji du dozan tê darizandin û ji dozekê di girtîgehê de ye. Di sala 2008'an de 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran cezayê heta hetayê li Kalay birî û di 24'ê Îlona 2010'an de li cihê ku dixebitî hat girtin."
Ocak piştrast kir ku Kalay di sala 2012'an de li Girtîgeha Kandirayê krîza dil derbas kiriye, lê ambûlansa ku tê bijîşk têde tune, mudaxaleya yekemîn piştî du saetan pêk tê. Ocak da zanîn ku sedî 70 dilê Kalay fonksiyona xwe winda kiriye û her çendî rapora nikare di girtîgehê de dabinê jî nayê tahliyekirin.