ŞIRNEX – Li herêma Baregeha Leşkerî ya gundê Navyon di 16’ê Tebaxê de şer derket û cenazeyê tê zanîn ku yê HPG’ê ye, leşker destûr nadin, bê definkirin.
Li herêma Baregeha Leşkerî ya gundê Navyon a Şirnexê, di 16’ê Tebaxê de şer derket. Di şer de leşkerek û endamekê HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Piştî şer bêrivanên ji bo dotina mihên xwe çûn herêmê, cenazeyê zilamekî ku hat zanîn endamê HPG’ê ye dîtin.
Li gorî çavkaniyên herêmî hat diyar kirin ku leşker û cerdevanên hatin cihê bûyerê û tenê dîmen û wêne kişandin. Çavkaniyên herêmê destnişan kirin ku bêrîvanan rojek piştî bûyerê cenaze li cihê bûyerê dîtine û dema xwestin cenaze defin bikin, leşkeran ew asteng kirin. Hêj cenaze li kêleka rê tê rawestandin.