Rojnamegerê nelirêtiya Qeyûmê nivîsand rastî lêpirsînê hat

AMED – Dozger li rojnameger Ferhat Parlak ê nûçeya nelirêtiya Qeyûmê Şaredariya Farqînê çêkir û nelirêtiya qeyûmê aşkere kir lêpirsîn vekir.

Rojnameger Ferhat Parlak di 27'ê Tîrmehê de der barê Qeyûmê Şaredariya Farqînê de nuçeya nelirêtiya îhalê çêkir. Rojnanegmer bi ser navê di 3'ê Tebaxê de "Îdîaya di Şaredariya Farqînê de nelirêtî" çêkir. Piştî rojnameger Ferhat Parlak nûçe çêkir, Qeymeqam û Qeyûmê Şaredariya Farqînê Adem Çelik gilî kir. Piştî giliyê qeyûm, dozger der barê Ferhat Parlak de lêpirsîn da destpêkirin. Parlak di "Rojnameya Silvanin Mucadelesî" de rojnamegerî dikir. Piştî rojname 16'ê Tebaxa 2015'an de hat girtin, Parlak, nûçeyên xwe bi riya medya civakî parve kir û rojnamegeriya xwe berdewam dike. Parlak, nûçeya xwe ya der barê nelirêtiya Şaredariya Farqinê bi riya medya civakî, ajans û rojnameyan parve kir. Qeyûm Adem Çelik, di 15'ê Tebaxê de li Parlak glî kir û Serî li Dozgeriya Komarê ya Farqinê da. Piştî serledana qeyûm, Dozger jî der barê Parlak de lepirsîn da destpêkirin.