AMED/ÎZMÎR – ÎHD û xizmên windayan ên Amed û Îzmirê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, fail bên darizandin" dîsa kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Li Amedê çîroka Ramazan û Hamide Şarli yên di sala 1993'an de hatin windakirin pirsîn. Li Îzmirê jî aqûbeta Hasan (48) û Huseyin (50) Saçaklidir yên di sala 1996'an de hatin windakirin pirsîn.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan ji bo aqûbeta windayan bipirsin bi silogana "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 445’an de li salona ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Xizmên windayan wekî her hefteyê wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin rakirin û pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" vekirin. Xizmên windayan vê hefteyê çîroka Ramazan û Hamîde Şarli yên di 24'e Kanûna 1993’an de li Gundê Ulusoy ê navçeya Tetwana Bêdlisê hatin binçavkirin û windakirin pirsîn.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî anî ziman ku 445 heftene legerîna wan a edaletê û ronîkirina bûyerê didome û wiha got: "Heta ku kujerê windayan neyê dîtin û darizandin lêgerîna me ya edaletê dê bidome. Salek e bi hinceta OHAL'ê qada Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu li me hatiye qedexekirin. Salek e çalakî li me hatiye qedexekirin. Em dixwazin bi lezgîn ev bê hiqûqî bi dawî bibe."
Endamê Komîsyona Windayan Hasan Yalçin jî çîroka Ramazan û Hamide Şarli yên li Tetwanê hatin binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin. Dema Razan û Hamîde ji gundê xwe Ulusoy hatin binçavkirin. Li herêmê pevçûn derket û tîmên taybet ên rûpoş operasyon kirin û di operasyonê de bi ser mala Şarli de girtin û Hamide Şarli û Ramazan Şarli binçavkirin. Li nava gund xwişk û bira li panzêrê kirin û binçavzkirin. Piştre tu agahî j wan nehat girtin. Malbate serî li dozgeriya komarê dan. Lê dozger jî piştî lêpirsîna 2 salan der barê dosyayê de biryara bêşowandinê da."
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî di hefteya 395’an de ji bo aqûbeta windayan bipirsin di hefteya "Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" li pêş Sumerbanka berê kom bûn û daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê Mizgin Irgat û rêveberên HDP'ê yên Îzmirê ku di nobeta wîcdan û edaletê de bûn jî amade bûn. Malbatan li vir pankarta “Winda diyar in, faîl li ku ne" berz kirin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê Ali Aydin axivî û
êrîşên li dijî çalakgerên nobetê şermezar kir. Aydin, piştre çîroka Hasan û Huseyîn Saçaklidir ên di 11'ê Tebaxa 1996'an de hatin windakirin pirsî. Aydin, anî ziman ku di 11'ê Tebaxa 1996'an de maşîna plakeya wê 73 AC 511 birayên Saçaklidir revandin û 18 roj şûnde maşîna wan li pêş Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dicleyê vala hat dîtin. Aydin, da zanîn ku piştî malbatê serî li dozgeriyê dan 4 sal şûnde der barê dosayê de biryara bêşopandinê da. Aydin, da zanîn ku hemû serlêdanên malbatê bê encam man û rayedarên dewletê biryara pêdivî bi şopaninê tune daye.
Parlamentera HDP'ê Mizgin Irgat jî beşdarî çalakiyê bû û êrîşên polîsan ên li dijî nobedaran şermezar kir. Irgat, da zanîn ku dê di her şert û mercan de tekoşîna nobet û edalete li vî welatî bidomînin.