‘Dersim ji serdema Osmaniyan heta niha tê şewitandin’

STENBOL – Rêveberê Komeleya Çerûdorê ya Munzurê Mehmet Soylu di çalakiya ji bo vekirina TV10'ê de axivî û aşkera kir ku Dersim ji serdema Osmaniyan heta niha tê şewitandin.

Piştî di çarçoveya Biryara di Hikumê Qanûnî (KHK) de TV10 hat girtin, xebatkarên televîziyonê ji bo kanala wan ji nûve dest bi weşanê bike, 46 hefte ye li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk tînin. Hunermend Alî Baran, Mirovên Şemiyê û rêxistinên elewiyan piştgirî dan çalakiyê û pankartên "Dengê malbatan TV10 nayê qutkirin" û "Çapemeniya azad bê deng namîne" hat vekirin.

Serokê Lijneya Rêvebir a TV10 Velî Buyukşahîn bi bîr xist ku Konîsyona Lêkolînê ya OHAL'ê serî li TV10, Hayatin Sesî TV û ÎMC TV'yê nedaye, komîsyona Serokwezîrtiyê der barê girtinê de biryar daye. Rêveberê Komeleya Derûdorê ya Munzurê Mehmet Soylu jî diyar kir ku ew berî 2 rojan ji Dersimê hatiye û piştrast kir ku şewatên li Dersimê ne tenê îro pêk tên, ji serdema Osmaniyan heta niha Dersim tê şewitandin.

Çalakî bi stranên Alî Baran bi dawî bû.