Nîvîskarê girtî Hasîp Yanliç nikare xelata xwe bigire

AMED - Endamê PEN'a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd Hasîp Yanliç ku beriya mehekê hat girtin, li Rojava di pêşbirkara beşa çîrokan de wekî yekemîn hat hilbijartin û şayanê xelatê hat dîtin.

Endamê PEN'a Kurd û Komeleya Nivîskarên kurd Hasip Yanliç ku beriya mehekê bi hinceta "Endamtîya rêxistinê ye” û bi sedema sirûda netewî ya kurd Ey Reqîb weke sirûda PKK’ê hat nişandan hat girtin, li Rojava şayanê xelatê hate dîtin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê, di mîhrîcana duyemîn a Ş. Viyan Amara ya li Kobanê, di pêşbirka beşa çîrokan de, çîroka nivîskar Yanliç wekî yekemîn hat hilbijartin.

Komîteyê ji bo xelatê xwe wer bigire Yanliç vexwend Kobanê, lê ji ber ku Yanliç di girtîgehê tê girtin nekarîbû xelata xwe werbigire.

Komiteye di malpera xwe ya facebookê de navên şayanê xelatê parve kir.
Encamên dawî yên mîhrîcana duyemîn a Ş.Viyan Amara li Kobanê;

Çîrok:
1-Hesîb Yanliç -Bakurê Kurdistanê
2-Roj Agir - Bakurê Kurdistanê
3-Narîman Evdikê – Serêkaniyê Rojavayê Kurdistanê

Çi bibû?

Nivîskarê kurd Hasîp Yanliç di 13’ê Tirmehê di serdegirtinên malan de hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin. Dadgeh, sedema girtina Yanliç jî wekî siruda netewî ya Kurd “Ey Reqîb” nîşan dabû û wiha gotibû "Her çiqas gumanbar Hasîp Yanliç sûcê xwe qebul neke jî di hevdîtina telefonê de gotiye wê hînî qaşo sirûda rêxistinê ey bike…"