AMED - Li Amedê Îbrahim Yeşîlê 30 salî bi çakûç êrîşî peykerê Ataturk ê li Qada Şêx Seîd kir. Yeşîl hat binçavkirin.
Li Amedê li hemberî peykerê Ataturk ê li Qada Şêx Seîd êrîşek pêk hat. Êrîşkar rapelikî peyker û bi çakûçê di dest xwe de li peykerê Ataturk da. Êrîşkar bi çakûçê di dest xwe de li beşa sîng û destan a peyker da. Dema polîsên li qadê hay ji rewşê çêbûn mudaxileyî êrîşkar kirin.
Hat diyarkirin ku êrîşkarê hatiye binçavkirin Îbrahim Yeşîlê 30 salî ye. Yeşîl birin Muduriyeta Polîsan a Amedê û hat derpêşkirin ku hişê wî netemam e.