Şaredarê Komunîst Maçoglu ji bo Sûrê îmze berhev kirin

STENBOL - Serokê Şaredariya Pulurê Fatih Mehmet Maçoglu li Kolana Îstiklalê serdana Platforma Piştevaniyê ya ji bo Sûrê kir û ji bo Sûrê îmze berhev kirin.

Parlementerê HDP'ê Erdal Ataş û Serokê Şaredariya Pulurê Fatih Mehmet Maçoglu ku di nav gel de wek Serokê Komunîst tê nasîn, li Kolana Îstiklalê ya Stenbolê serdana Plarforma Piştevaniyê ya ji bo Surê kirin û îmze berhevkirin. Ataş û Maçogli qederekê li ber standê man û îmze berhev kirin.

Maçoglu anî ziman ku dema wî bihîstiye ji bo Sûrê stand hatiye vekirin wî xwestiye piştevaniyê bike û wiha axivî: "Hêleke Sûrê ya dîrokî, çandî û hînkeriyî heye. Ji ber vê divê neyê rûxandin. Siyaseta kapîtalîst û emperyalîst li kuderê dibê bila be ranta wê di çi de hebe berê xwe dide wê. Hemû tiştên ku nikare sûdê ji siya wê wergire rûdixîne, dişewitîne. Bi vî awayî li rûxandinên li Licê, Sûr, Dersimê didomin. Divê dest nedin abîdeyên çandî yên Sûr, Heskîf û Dersimê."