ÊLIH- Hevseroka KCD'ê Leyla Guven serdana Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan ku xwe li zinarên kelehên Heskîfê zîncîr kiriye kir. Guven got ku UNESCO bi bêdengiya xwe ya li hemberî rûxandinê wesfa xwe ji holê rakiriye.
Li Heskîfê çalakiya Parlementerê HDP'ê Mehmet Ali Aslan ku li dijî dînamîtkirina Keleha Derbxaneyê xwe bi zinarên Heskîfê ve zincîr kir didome. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulşen Ozer û delegeyên Êlihê û şaredarê Sêrtê yê berê Selim Saddak jî di nav de heyetek serdana Aslan kir.
‘DÎROKA KU BI DESTAN NEHAT TUNEKIRIN BI DÎNAMÎTAN TÊ TUNEKIRIN'
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî û bal kişand ser girîngiya çalakiyê û got ku ew piştevaniya Aslan dikin. Guven, bi bîr xist ku dê Bendava Ilisû ya ku dê temenê wê 50 sal be dîroka 12 hezar salî ji holê radike û wiha domand: "Wekîltiya gelekî, tê wateya parastina hemû nirxên wî gelî. Tunekirina dîroka gelekî tê xwestin. Ev huqûqeke çawa ye, ev dewleteke çawa ye û ev feraseteke çawa ye. Dîroka ku bi destan nehat tunekirin niha bi dînamîtan tê tunekirin."
‘UNESCO, WESFA XWE JI HOLÊ RAKIR'
Guven anî ziman ku UNESCO li hemberî dînamîtkirina avaniyên dîrokê xwe li bêdengiya daniye û wiha axivî: "Rayedarên dewleta ku xwe wek berpirsiyarê parastina dîrokê dibînin û wek dewleta civakiyî pênase dikin, li hemberî vê rewşê xwe li nedîtiyê datînin. Ev yek nayê qebûlkirin. Yek ji saziyên ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye UNESCO ye. Bêdengiya UNESCO'yê, wesfa wê ji holê rakiriye. Êdî tu rewabûneke saziyeke wek UNESCO'yê nemaye."
Guven, dest nîşan kir ku ew ê piştevaniya çalakiya Aslan bikin û ji bo parastina Heskîfê banga hestiyariyê li her kesî kir.