AMED - Li Taxa Bagivarê li nêzî noqteya polîsan ku li têketina bajêr e teqînek çêbû.
Li ser riya Taxa Bagivar a Amedê îro saet li dor 16.30 de teqîneke ku sedema wê nehat zanîn çêbû. Piştî teqînê gelek polîsên taybet û ekîpmanên cihê bûyerê hatin sewqkirin. Di teqînê de tu windahî û xisar çênebû. Lê belê bi îhtimala ku dê teqîneke din çêbibe polîsan heta demeke dirêj riya taxê girt.
Li cihê ku teqîn lê çêbû noqteya venêrînê ya polîsan heye.