‘BEDAŞ'ê guh neda biryarê dadgehê, ceryana Cemxaneyê qut kir'

STENBOL - Her çendî biryar hat dayîn ku dê lêçûnên Cemxaneyê ji hêla dewletê ve bên pêşwazîkirin jî, BEDAŞ'ê guh neda biryarê û ceryana Cemxaneyê qut kir. Serokê Weqfa Çand û Perwerdehiyê ya Erenlerê Emîn Yilmaz, got ku BEDAŞ'ê guh nedaye biryarê.

Weqfa Çand û Perwerdehiyê ya Erenlerê ya li Esenlera Stenbolê, ji bo lêçûnên Cemxaneyê ya Erenlerê ji hêla Serokatiya Karên Diyanetê ve bên pêşwazîkirin û wekî cihê îbadetê bê nasîn, doz vekiribû. Dadgehê ev daxwaz di cih de dît û aşkera kir ku Cemxane cihê îbadetê ye, divê lêçûnên malê ji hêla dewletê ve bên pêşwazîkirin. Lê li gel vê biryarê jî di 16'ê Tebaxê de Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Bogazîçiyê (BEDAŞ) ceryana Cemxaneyê qut kir.

'BIRYARA DADGEHÊ NAS NAKIN'

Yilmaz dest nîşan kir ku rayedarên BEDAŞ'ê beyî ku bi kesan re hevdîtinê çêbikin û ji mirovan bipirsin, ceryan qut kirine û ev tişt gotin: "Agahiya qutkirina ceryanê dan. Ez jî çûm wir. Min biryara dadgehê dişan da û ji nû ve vekir." Yilmaz aşkera kir ku her çendî biryara dadgehê hebe jî BEDAŞ her dem wan aciz dike û wiha domand: "Divê heta biryara dadgehê bi dawî bibe, ev sazî bê parastin. Her kes rewşa huqûqî dizane. Lê mixabin rayedarên BEDAŞ'ê yên ku qanûnan nas nakin, her dem tên ceryana me qut dikin."

BI CERYANA QAÇAX TÊ TAWANBARKIRIN

Yilmaz da zanîn ku wan abonetiya BEDAŞ'ê betal kiriye û xwe xistine rewşekî qaçaxî, lê dê bi tu awayî keysê nedin wan kesan. Yilmaz dest nîşan kir ku her hefte 2 caran ji telefona saziyê re peyama 'Hûn ceryana qaçax bi kar tînin, dê der barê we de lêpirsîn bê destpêkirin' tê şandin û wiha got: "Me bi dehan car der barê van peyaman de bi rayedarên şirketê re axivî, gotin ku 'em ê eleqedar bibin, bi awayekî otomatîk peyam tên', lê hêj heman peyam ji me re tên."

Yilmaz aşkera kir ku wekî ku "ceryana qaçax bi kar tînin" tên tawanbarkirin û her çendî di destê wan de biryara dadgehê hebe jî ceryana wan hatiye birîn û ew ê giliyê rayedarên BEDAŞ'ê bikin.