Tiliya 'FETO' di bin projeyê de ye
ÊLIH - Hat hînbûn ku Keleha Derbxanyê ya bi dînamîtana hat rûxandin ne daxilî herêma ku dê di bin avê bimîne de ye. Derket holê ku îmzeya Serokê Kolandina Heskîfê Prof. Dr. Abdulsselam Uluçam ku ji endamtiya Cemaeta Gulenê hat girtin di bin projeyê de heye.
Di çarçoveya çêkirina înşeata Bendava Ilisûyê de Keleha Derbxaneyê bi dînamîtan hatibû rûxandin û bûbû cihê bertekên tund. Lê belê niha hin hûrguliyên din ên der barê projeyê de derketin holê. Tê derpêşkirin ku piştî temamkirina bendavê dê înşeata lîmanê bê çêkirin. Hin çavkanî jî îdia dikin ku ji bo înşeata tesîsa civakiyî bi dînamîtan şiklê kelehê tê guherandin. Lê belê derket holê ku Keleha Derbxaneyê ne daxilî herêma ku dê di bin avê bimîne de ye. Û ev yek îdiayên navborî qewitîr dike.
DI BIN PROJEYÊ DE ÎMZEYA FETOY'Ê
Her wiha derket holê ku di bin projeya dînamîtkirina Keleha Derbxane, Dêra Şikeftê, Goristana Suryaniyan û Şaralikê de îmzeya Rektorê Zanîngeha Êlihê yê berê Prof. Dr. Abdulsselam Uluçam ku di navebar 2004-2017'an de Serokatiya Kolandina Heskîfê kiriye heye. Lê belê Uluçam di 12'ê Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna der barê Cemaeta Gulenî de hat girtin û niha di girtîgehê de ye.