Zevî û cihwarên dîrokî zêde zirar dîtine

ŞIRNEX - Şewatên ku bi rojane li herêmên girêdayî Şirnexê didomin, hin jê bi xwe tefiyan. Lê belê ji ber topbaranan agir bi qadên din ket. Bi hinceta "ewlehiyê" destûra mudaxilekirina şewatê nayê dayîn û ji ber vê cihwarên dîrokî û erdên çandiniyê zirar dîtin.

Li herêmên Gabar, Cûdî, Çirav û Dêra yên Şirnexê ji ber bombebarana balafirên şerî û topbarana qereqolên li herêmê bi hezaran dar bûn xwelî. Ji ber şewatên ku bi hefteyan e li herêmê didome gelek giyanewer jî mirine û her wiha bi hinceta "ewlehiyê" mudaxilekirina şewatan tê astengkirin. Ji van şewatan hin jê bi xwe tefiyan, lê belê ji ber topbaranan niha agir bi hin qadên din ketiye.

Ji ber operasyonên leşkerî yên ku zêdeyî 3 mehan e li herêma Kato û Gabarê didomin, agir bi qadên daristanî ketibû. Ji van şewatan hinek jê hîn jî didomin.

JI BER ŞEWATÊ CIHWARÊ DÎRIKÊ ZIRARÊ DIBÎNIN

Ji ber van şewatan gelek cihwarên dîrokî û zeviyên çandiniyê zirar dîtin. Hin cihên ji ber şewatê zirar dîtine ev in; Qada Sefînê, Deriyê Cibraîl herêmên Sorbîtme û Hesena ku qadên jiyanê yên suryaniyan e, qada ku dêrên ermenan ên li gundê Derwêş û Deştalal lê ne, sûrên Fînîkê û hwd.

DARÊN FÊKIYAN JÎ ZIRAR DÎTIN'

Li qadên wek Şax, Hebler, Hesena, Dêrşew, Girê Çolya ku di demên dawî de li têketin û derketina sivîlan hatine qedexekirin gelek qadên çandiniyê ji ber şewatê zirar dîtine. Bi taybetî jî li van herêman darên fêkiyan hene û ji ber qedexebûna van herêman der barê rewşa dawî de agahî bi dest neketin. Lê belê gundiyên ku li herêmê zeviyên wan hene dest nîşan kirin ku bax û baxçeyên wan zaf zirar dîtine.